‘Em heta dawiyê li pey doza zarokên xwe ne’

Malbata girtiyê azadiyê Ehmed Mihemed ku ev 13 sal in di girtîgeha Tirkiyeyê de ye, berxwedana girtiyan silav kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza wan bin.

‘Em heta dawiyê li pey doza zarokên xwe ne’
21 nîsan, 2024   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” de girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 27`ê Mijdara 2023`yan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.

Girtiyan 4`ê Nîsanê bi dirûşmeya, “Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de” çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Di qonaxa nû de girtiyên azadiyê dernakevin dadgehê, hevdîtinên malbat û parêzeran; her wiha bi malbatên xwe re bi telefonê na axivin.

Malbatên girtiyan jî li derve bi çalakiyên cur bi cur destekê didin zarokên xwe peyaman didin raya giştî.

Yek ji girtiyên azadiyê Ehmed Ezîz Mihemed (36) ê ku niha li girtîgeha Sîncan a bajarê Enqereyê dimîne ye. Ehmed Ezîz Mihemed ji bajarê Qamişlo ye û 2011’an li navçeya Kopê (Bulanik) a Mûşê hatibû girtin.

Ehmed Mihemed ku ev 13 salin di girtîgehê de ye, herî dawî 1`ê Nîsanê bi malbata xwe re bi riya telefonê axiviye û ev peyam daye: “Em ê derbasî qonaxeke din a çalakiya xwe bibin. Heta em digihîjin armanca xwe em ê çalakiyê bidomînin.”

`EM BERXWEDANA GIRTIYAN SILAV DIKIN`

Birayê Ehmed Mihemed ê bi navê Ebdullah Mihemed derbarê çalakiya girtiyên azadiyê de ji ANHA’yê re axivî û desteka xwe anî ziman.

Ebdullah Mihemed diyar kir ku berxwedana zindanan pîroz e û got: “Heta dawî jî em li pey doza wan in. Eger ji malbata me jî şoreşgerek derketibe, ev ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye, em berxwedana birayê xwe silav dikin.”

(a)

ANHA