ˊHevgirtina civakî li dijî fitne û xeteriyan bingeheke xurt eˊ

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku divê di nava pêkhateyan de hevgirtina civakî li hember fitne û xeteriyan li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were xurtkirin.

ˊHevgirtina civakî li dijî fitne û xeteriyan bingeheke xurt eˊ
21 nîsan, 2024   02:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Şênî û pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya têkiliyên xurt ên di nava xwe de û mozaîka civakî di ewlehî û îstîqrarekê de dijîn.

Rûspiyê eşîra El Bû Esaf a Reqayê şêx Hemed Qerace axivî û wiha got: "Herêma me herêmeke eşîrtî ye û hemû dizanin û pergala eşîrtî ji kevn de van civakan bi rê ve dibe û jiyana wan a rojane bi rêxistin dike û hewl dide jiyaneke ewle û îstîqrar pêk bîne."

Qerace wiha domand: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ev rol xurt kir û teqezî bi hevgirtina civakî da ku hîmeke xurt li hember tevahî astengiyên li ser herêmê ji hêla dijminên hundir û derve ve were xurtkirin, bi taybet rejîma Tirkiyeyê ku her tim hewl dide fitneyan derxe û hişbirê belav bike."

Qerace diyar kir ku hevgirtina civakî bingeha sereke ya afirandina hîma civakî ya xurt e û wiha pê de çû: "Em jî hewl didin parastina van têkiliyan bikin û pêşî li fitneyên di nava civakan de bigirin, da ku aştî misoger be. Tevahî girîngî û rastiya pergala civakî û hevgirtina di nava pêkhateyan de dizanin."

Rûspiyê eşîra El Mûsa El Zahir şêx Îbrahîm El Hadî jî axivî û wiha got: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin; qonaxa avakirin û pêşxistina civakê ye. Em rûspî, şêxên eşîran û hêzên leşkerî ji bo avakirina civakeke tê de ewlehî misoger be, hevgirtî ne."

El Hadî wiha anî ziman: "Hin dewletên herêmî û hikumeta Şamê ne tenê bi çekan, lê belê bi şaneyên ku fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derdixin, gefan dixwin. Bûyerên di vê dawiyê de li Reqayê çêbûne şaneyên veşartî li pey wan bûn. Lê hişyariya şêniyan û hevgirtina wan ew hewldan têk birin."

Şêx Îbrahîm El Hadî di dawiyê de bang li tevahî pêkhateyan kir ku nekevin xefka fitneyan û li dijî dijmin hevgirtî bin.

(fr)

ANHA