Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng

Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê bi biryarên girîng bi dawî bû. Ji wan biryaran; mecilsên herêmî, qanûnsaz, rêveber, şaredarî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê jinûve werin sazkirin.

Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
Ji kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê biryarên girîng
22 cotmeh, 2023   17:31
DÊRAZOR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê “Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê” li dar xist.

Kongre li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma 7 Kîlo pêk hat. Nûnerên meclisên herêmên rojhilat, rojava û bakurê Dêrazorê, nûnerên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, partiyên siyasî, jin, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê û hejmareke kesayetên naskirî yên herêmê amade bûne. Li gorî organîzatorên kongreyê, armanc ji kongreyê guhdarîkirina daxwazên xelkê Dêrazorê, nîqaşkirina astengiyên beriya lidarxistina kongreyê derketine, aktîvkirina hevkariyê, avakirina sazûmaniyeke rêveberiyê û xurtkirina hêza ewlehî û leşkerî ye.

Ji bo rêvebirina xebatên kongrê endamê dîwanê hatin hilbijartin. Di kongre de rewşa siyasî, xizmetguzarî û aborî li Dêrazorê, her wiha rewşa rêveberiyê hatin nîqaşkirin. Piştre pêşniyar hatin kirin û biryar hatin dayîn.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ku ji biryarên girîng pêk tê.

Biryarên hatine dayîn ev in:

1-Derfet li pêşiya partiyên siyasî yên Dêrazorê were vekirin da ku karê xwe bike, heta ku qanûna ruxsetkirina partiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve.

2-Sazmûaniya meclisên xwecih, qanûnsaz, rêveber û şaredarî ji nû ve werin sazkirin.

3-Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji nû ve werin sazkirin.

4-Rola Meclisa Edaletê were aktîfkirin, navenda meclisê li devera Meamîl were vekirin. Divê meclis di dayîna biryarên xwe de xweser be.

5-Qanûna têkildarî koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were nûkirin.

6-Divê tazîmeta bidin malbatên ku di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de zerar dîtine.

7-Komîteyek ji Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û hêzên ewlehiyê were avakirin da ku li ser vekirin û rêxistinkirina 4 deriyên sînorî bisekine.

8-Rola çavdêriyê were akatîfkirin û bi koordîneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dezgeha Çavdêriyê ji nû ve were sazkirin.

9-Divê malbatên ji Dêrazorê yên li kampa Holê dimînin, ji awayekî asayî û rêxistinkirî ji kampê bêne derxistin.

10-Divê rola ragihandinê were aktîfkirin û Meclisa Rêveber a Dêrazorê û tevahî saziyan ji nû ve werin sazkirin.

11-Divê eleqe bi rola rewşenbîran were dayîn û teknokrat  di Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê de esas were girtin.

12-Divê projeya sererastkirina embarên navnedî bikeve budceyê razimaniyê.

13-Divê saktora 8′an were sererastkirin û di rêza pêş a budceyê de be.

14-Xebatên sererastkirina stasyonên avê di sala bê de bi dawî bibin.

15-Ji bo her çar meclisan 4 saziyên mizexiran werin vekirin.

16-Divê firinên yedek ên girêdayî rêveberiyê careke din werin xebitandin.

17-Divê rola civaka sivîl bi rêya avakirina kooperatîfan were aktîfkirin û  sazumaniya wê ji aliyê Desteya Çandiniyê ve were danîn.

18- Bi hevkariya Desteya Diravî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê budceyek ji pêkanîna projeyên xizmetguzariyê li Dêrazorê were veqetandin.

 19-Benzîn û gaz bi awayekî asasyî werin pêşkêşkirin.

20-Tevahî qanûn û biryarên Rêveberiya Xweser ên têkildarî buhayên benzîn, mazot, gaz, êm, xaz, nav..hwd werin pêkanîn.

21-Divê rola meclisên qanûnsaz, rêveber û dozgerî werin aktîfkirin.

22- Divê rola koordînasyona Dêrazorê were aktîfkirin.

23-Bêyî koordînasyona Dêrazorê, nabe saziyên ewlehî, leşkerî an jî sivîl destwerdanê li karên meclisan bikin.

24-Divê xweseriya jin û ciwanan werin parastin û rola wan werin aktîfkirin.

25-Divê rola hevserokatiyê bi rengekî durist were aktîfkirin.

26-Divê rêziknameya Meclisa Rêveber û komîteyên wê, her wiha her çar meclis û saziyên wan di ber çavan re werin derbaskirin.

27-Divê aşek nû li Dêrazorê were avakirin.

28-Divê para herêmê ya ard were zêdekirin.

29-Divê ruxsetkirina firin, stasyonên sotemeniyê û kargeh, li gorî qanûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ber çavan re were derbaskirin.

30-Navenda Astengdaran li Dêrazorê were avakirin.

31-Divê nivîsgehên qanûnî yên tevahî meclisan werin aktîfkirin.

32-Divê Meclisa Rêveber  bi awayekî astayî bi şêniyan re bicive û li wan guhdar bike.

33- Di dîroka 8′ê Tebaxê heta 20′ê Tebaxa 2014′an de, rêxistina DAIŞ a terorîst bi desteka hin dewletên herêmê, sûcekî dermirovî li dijî xelkê me yê Şiêtat pêk anî. Di encamê de 700 kes bûn qurbanî. Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê dîrokê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê weke fermî dihesibîne. Ev dîrok di qanûna bîranîna ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digire.

34-Parastin û pêşxistina Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê berpirsyartiya tevahî xelkê Dêrazorê ye.

35- Divê komîteyeke şêwirmedî  ji boRêveberiya Sivîl a Dêrazorê were avakirin. Divê endamên komîteyê ji kesayetên pispor û rewşenbîran bin.

36-Divê Nivîsgeha Kar û Barên Girtiyan were aktîfkirin.

37-Em bang li tevahî xelkê xwe yê li bajarê Dêrazorê dikin ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser, hêzên ewlehiyê û QSD′ê.

38- Em xelkê Dêrazorê tevahî cureyên destwerdanên derve  û derxistina fitneyan di navbera gel de red dikin.

39-Divê destek ji bo qadên perwerde, tenduristî, çandinî û xizmetguzarî bê dayîn.

40-Ji bo şopandin û pêkanîna biryarên kongreyê, divê komîte werin avakirin.

41-Meclisên rêveber, qanûnsaz û meclisên xwecih, meclisên herêman û komînan di nava 6 mehan de ji nû ve werin sazkirin.

-42 – Divê di budçeya sala 2024′an de projeyên xizmetguzarî, tenduristî, razimanî û perwerdehiyê hebin.

(bb)

ANHA