Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî

Meclisên Minbic û Tebqa yên Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan û soza mezinkirina têkoşînê da.

Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî
Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî
Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî
Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî
Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî
Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî
Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da pêngava cîhanî
22 cotmeh, 2023   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10′ê Cotmehê de li 74 navendan pêngaveke cîhanê bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin.

Der barê vê mijarê de, meclisên Tebqa û Minbicê yên Kombûna Jinan a Zenûbiya bi 2 daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe da pêngavê.

Endamên kombûnê, malbatên şehîdan û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê li Stada 4′ê Nîsanê ya Minbicê kom bûn û daxuyanî ji aliyê endama kombûnê Nesrîn El Elî ve hat xwendin.

Meclisê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya xwe ji pêngava cîhanî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan nîşan da.

Meclisa Tebqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya soza bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Li Tebqayê daxuyanî bi beşdariya endamên rêxistinên jinan hat xwendin.

Rêvebera meclisê Nûr El Hefnî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de girîngiya rizgarkirina jinan û gelan bi rêya felsefeya nû ya Rêber Abdullah Ocalan  hate destnîşankirin.

Meclisê piştgiriya xwe bi pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd re anî ziman û got, azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd û tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn.

Meclisê diyar kir ku ew ê têkoşînê xurt bike ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

(mh/bb)

ANHA