ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran

Beşdarên Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî tevlêbûn nîşaneya hevgirtina tevahî aliyan û xebata di bin bana jiyana hevbeş de ye.

ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
ji Kongreya Parastina Mîrasê: Bandorên şerê çekdarî li ser şûnwaran
5 mijdar 2023   19:34
REQA

Li bajarê Reqayê Kongreya Yekemîn a Neteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî bi dirûşma "Parastina mîrasa madî û nemadî" ji aliyê Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin.

Di kongreyê de semînerên li ser şûnwar û çandên kevin ji aliyê lêkoleran ve hatin dayîn û di dawiya roja yekemîn de berhemên hunerî û çandî yên li ser çand û dîroka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşkêşkirin.

Di kongreyê de bi sedan rewşenbîrên Kurd, Ereb, Ermen û Aşûr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û lêkolerên şûnwarî û çandî yên ji Sûriye û derveyî wê, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser û hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û cîgirên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Kogre ji 2 mijaran pêk hat, mijarek bi sibê yek jî êvarê. Di mijara sibê de semîner ji aliyê lêkolerên ji Sûriye û derveyî wê ve hatin dayîn û nîqaşkirin. Di mijara êvarê de jî çalakiyên çandî û kultûrî di 4 konan de ku her konek pêkhateyek ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike (Kurd, Ereb, Aşûr û Ermen) hatin pêşkêşkirin.

Di serî de serokê Zanîngeha Şerq û serokê kongreyê Hesen El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û got: "Yekbûna me di vî cihî de hevgirtina me ya di hemû qadan de nîşan dide, em îro di bin siya jiyana hevbeş de tabloyeke herî xweş xêz dikin. Ev kongre jî hêza gelên me û bingeha çanda me nîşan dide."

Piştre, rûniştina yekemîn bi beşdariya lêkoler Silêman Îlyas û Selahedîn Sîno û gerînendeyê rûniştinê Adil Dawûd bi rê ve çû. Di rûniştinê de bandora şerên çekdar li ser deverên dîrokî yên hewza Xabûrê (Girê Ecacê) ji aliyê Silêman Îlyas ve hat nîqaşkirin.

Silêman Îlyas got: "Cihê herî zêde ku bi destê çeteyên DAIŞ'ê hatiye wêrankirin ev gir e, ew ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat talankirin û wêrankirin û nîşanên dîrokî yên herêmê yên li wî girî hatin dizîn û rûxandin."

Silêman Îlyas der barê cihê Girê Ecacê û dîroka wê de axivî û sînevîzyonek li ser wî hat pêşandan.

Silêman Îlyas got: "Şerê li Sûriyeyê û bûyerên ku li dijî kultûra madî û nemadî ya herêmê ji aliyê çeteyan û kesên din ve hatine pêk anîn, bandoreke nerênî li kultûra herêmê û şaristaniyên ku ji herêmê derketine kirin. Ev jî di encama tunebûna qanûnên parastina şûnwaran û deverên dîrokî de ye."

Piştre, semînerek li ser binpêkirinên li ser kultûra çandî û mirovî li dijî Efrîna dagirkirî ji destpêka krîza Sûriyeyê de ji aliyê hevserokê Gerînendetiya Efrîn û Şehbayê Selahedîn Sîno ve hat dayîn.

Sîno got: "Kultûra çandî ji bo civakan gelekî girîng e û divê her kes berpirsê parastina wê be û girîngiyê bide deverên dîrokî yên herêmên me."

Sîno deverên şûnwarî yên Efrînê wek gir, kela, perestgeh û deverên din pênase kirin û bal kişand ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî wan deveran û got: "Kultûra Efrînê ji destpêka krîza Sûriyeyê ve rastî binpêkirinên herî qirêj hat û piraniya van kiryaran bi amûrên giran û kolandina deverên dîrokî bû, hemû perestgehên olî hatin rûxandin. Di 5 salên dawîn de bi dehan deverên dîrokî yên ku ji aliyê çeteyan ve hatine wêrankirin hatin belgekirin û gelek wêne der barê vê yekê de hatin pêşandan."

Piştî semîneran deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin û herdu rêveberên rûniştinê pirsên beşdaran bersivandin.

Rûniştina duyemîn bi semînerek li ser bazirganiya elektronîk ji aliyê lêkolerê şûnwarî Yasir Şûhan ve dest pê kir.

Şûhan wiha axivî: "Di lêkolînan de hate destnîşankirin ku komên terorîst di encama kolandina deverên dîrokî de şûnwar wêran kirin, her wiha wan hin şûnwar ji kesên ku ew vedîtine ve standin."

Şûhan wiha domand: "Lêkolîn piştrast dikin ku dewleta Tirk a dagirker di wêrankirina deverên dîrokî û derbaskirina şûnwaran ber bi xaka Tirkiyeyê ve hevkar e. Tevî hişkiya qanûna parastina şûnwaran lê dîsa jî gelek deverên dîrokî hatin kolandin û şûnwar li derveyî xaka Sûriyeyê hatin firotin."

Der barê bazirganiya elektronîk Şûhan got: "Di komên Facebook û WhatsApp û hin bernameyên din de bazirgan şûnwaran pêşkêş dikin û difiroşin."

Şûhan wêneyên hin şûnwarên ku hatine dizîn û li derveyî xaka Sûriyeyê hatine firotin pêşkêş kirin û nirxê ku ew pê li Ewropayê hatine firotin diyar kir.

Çaverê ye kongre piştî navberê, saet di 7'ê êvarê de bi berhemên folklorî û govendên gelêrî û pêşkêşkirina şûnwarên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidome.

(mh)

ANHA