`Pêşangehên şêwekariyê ji bo pavekirina çandên cuda gelek girîng in`

Piraniya berhemên şêwekarên ku tev li 1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya gerok bûne, li ser berxwedana jinan bû. Beşdaran destnîşan kir ku ji bo parvekirina çandên cuda û nêrînan, lidarxistina mîna van çalakiyan gelek girîng e.

`Pêşangehên şêwekariyê ji bo pavekirina çandên cuda gelek girîng in`
6 mijdar 2023   05:06
KOBANÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4`ê Cotmehê 1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê li herêma Firatê bi dirûşma “Şoreşa jinan bi hunerê dixemile” hatibû lidarxistin. 26 şêwekar ji seranserî herêma Firatê bi 47 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn.

Beriya li Kobanê bi dawî bibe, pêşangeh di 28, 29 û 31`ê Cotmehê de li Reqa, Tebqa û Minbicê li dar ketibû. Çaverê ye ku li Herêma Cizîrê li dar keve,  lê belê heta niha dîroka wê ne diyar e.

Seher Ebdurehman ji Tebqayê bi 2 tabloyan tev li pêşangehê bû û der barê de wiha axivî: “Di tabloyekê de min bal kişand ser zewicandina zarokên keçîn û zehmetiyên ku ji biçûkahiyê ve dikişînin.”

Seher wiha domand: “Di tabloya din de, darên zeytûnê hene. Ew wek keçeke bedew e ku xweşikbûna xwe diparêze tevî zehmetiyan. Di vir de mebesta min ji darên zeytûnê yên ku çiqlên wê hatine qutkirin, pelên wê weşîne, lê belê beden û kokên xwe parastiye.”

Seher îşaret pê kir ku lidarxistina mîna van pêşangehan gelek girîng e û wiha domand: “Ev pêşangeh, dehfeke manewî dide hunermendan. Da ku nêrînên xwe parve bikin û bi hev re fikrên nû pêşkêş bikin.”

Şêwekar Emel Etar ji Reqayê tev li pêşangehê bûye, girêdayî wê got: “Şêwekaran, di pêşangehê de girîngî dane berxwedana jinan di tevahî qadan de. Berhema min li ser dayikên şahîdan e. Dîmê dayika şehîd, hestên wê rave dike. Dema kurê wê şehîd bikeve dikar bilîlîne ruxmî êşa di dilê wê de.”

Emel wiha pê de çû: “Me xwest ji Kobanêya berxwedêr bi rêya tabloyên jinên berxwedêr vê peyamê bidin ku jin dikarin aştiyê li seranserî cîhanê pêk bînin."

Hîla Ehmê jî ya ji Kobanê tev li pêşangehê bûye, behsa navaroka tabloya xwe kir û got: “Min bi rêya vê tabloyê xwest balê bikişînim ser hêza jinên kurd ên ku piştî trajediya Şengalê, soz da ku şerê DAIŞ`ê bikin. Ew jina ku ji bo tolhildanê, keziyên xwe qut kiriye û bi kevirê girê daye.”

(şx)

ANHA