Xelkê Şedadê şehîdekî Hêzên Erka Xweparastinê oxir kir

Xelkê Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Hamid El Ebdullah oxir kir û got ew ê li ser şopa şehîdan bin.

Xelkê Şedadê şehîdekî Hêzên Erka Xweparastinê oxir kir
5 mijdar, 2023   19:02
HESEKÊ

Xelkê navçeya Şedadê ya Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Hamid El Ebdullah ku di 2′yê Mijdarê ji ber krîza dil şehîd bûbû de li goristana şehîdan oxir kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Emced El Dexîl axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Her wiha yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Hozan Kobanê sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Em wan kesên di oxira parastina welat û maên gelê xwe de canê xwe daye ji bîr nakin û em ê li rêça wan bin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA