Ji konferansa kooperatîfan biryarên girîng

Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan bi biryaran bi dawî bû.

Ji konferansa kooperatîfan biryarên girîng
Ji konferansa kooperatîfan biryarên girîng
Ji konferansa kooperatîfan biryarên girîng
13 kanûn, 2023   19:43
HESEKÊ

Konferansa Duyemîn a Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê bi dirûşma " Kooperatîf nasnameya civaka komînal e" dest pê kir. 150 nûnerên kooperatîfan beşdarî konferansê bûn li hola Xabûr a li bajarê Hesekê pêk hat. 

Di konferansê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer û hevserokê Beşa Projeyên Civakî û Kooperatîfan Mihemed Sebrî axivîn. Piştre rapora salane ya xebatên kooperatîfan hat xwendin û civîn ji saziyên ragihandinê re girtî dewam kir.

Konferans bi biryaran bi dawî bû. Biryar ji aliyê hevserokê Beşa Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Necwa Ehmed ve hatin xwendin.

Biryarên herî girîng jî ev in: rêxistinkirina kooperatîfan di nav meclis û komînan de, weke rêbazeke bingehîn esas were girtin, kooperatîfan li ser esasê pêşketina çandiniyê werin pêşxistin, pêşxistina kooperatîfên pîşesaziyê, rêxistinkirina kooperatîfan li gorî taybetmendiyên her herêmekê û pêwîstiyên civakê, rêxitinkirina kooperatîfên çandinî û berhemên sewaldarî û pîşesazî li ser bingehê entegrasyonê da ku civak bikaribe berhemên xwe bi xwe hilberîne, di kooperatîfan de enerjiya paqij esas were girtin û rola jin û ciwanan di kooperatîfan de were pêşxistin.

(bb)

ANHA