Gel ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e

Welatiyên kantona Cizîrê diyar kir ku piştî erdheja li Stenbolê fikarên wan ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibin.

Gel ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e
14 kanûn, 2023   02:41
HESEKÊ
 EBDULXENÎ EL HAMAN

Desthilata dewleta Tirk tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û tu agahiyan der barê rewşa wî de bi taybetî piştî erdheja ku 4′ê kanûnê li Stenbolê pêk hatibû, parvenake. Li beramberî vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û aşkerakirina rewşa didomin.

Welatiyê bi navê Mehmûd Emîn ê ji navçeya Til Temirê bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bike û got: "Ji 34 mehan de dewleta Tirk a dagirker hevdîtina parêzer û malbatê li gel Rêber Abdullah Ocalan qedexe dike. Ev yek gumanên me yên li ser rewşa wî ya tenduristiyê çêdike.′′

Emîn di serî de CPT'yê bang li rêxistinên hiqûqî kir ku der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de raporekê bidin û got: "Heta aşkerakirina rewşa Rêbertî em ê li konên çalakiyan û qadan bin.′′

Hêvîn Sebrî got, ji 25 salan de Rêberê gelan rêberê neteweya demokratîk ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye ragirtin û dewleta Tirk nahêle parêzer û malbata wî ku wî bibînin û rewşa wî bizanibin.

Hêvîn Sebrî wiha domand: "Berî demekê erdhejek li bajarê Stenbolê ya Tirkiyeyê rû da, ev yek em xistin nava fikaran, lew ra me berê xwe da qadan da ku dewleta Tirk a dagirker rewşa wî zelal bike."

Welatiyê bi navê Îsa Herb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide rê li ber belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan bigire û got, Rêber Abdullah Ocalan girtîgeh kiriye çavkaniya zanist û felsefe û biratiya gelan.

Herb bang li saziyên hiqûqî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin bila tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike.

(mh)

ANHA