Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Hemo li Amûdê hat oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
Cenazeyê şehîd Emar Hemo hat veşartin
13 kanûn, 2023   19:23
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Hemo yê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi beşdarbûna xelkê navçeya Amûdê û gundewarê wê li Pakrwangeha Şehîd Îsmaîl a li navçeyê hat veşartin.

Di merasîm de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Xaliya Hec Qasim axivî, diyar kir ku şehîd Amar bi salan di nava hêzên ewlekariyê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşîn kir. Xaliya got: "Em soz didin em ê wefadarên xwîna şehîdan bin. Ji bo pêkanîna armancên wan em ê heta dilopa dawîn a xwînê tê bikoşin."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Idrîs Osê jî behsa têkoşîna şehîd Amar kir û got, xwedî rihekî xurt ê hevaltiyê bû, erkên xwe yên parastina ewlehiya herêmî û gelên xwe ji gefan bi rêk û pêk bi cih dianî.

Osê soza domandina rêya şehîdan da.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Emar Hemo hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA