Ji komên Reqa û Qamişlo şanoyên "Henîn" û "Heft Roj Kemedî"

Di roja 3’yan a Festîvala Şehîd Yekta Herekol de komên ji Reqa û Qamişloyê 2 şano pêşkêş kirin.

7 nîsan, 2025   23:43
QAMIŞLO

Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li ser asta Sûriyeyê û Kurdistanê di bin dirûşma "Welatparêzê rastîn hunermendekî wêrek e” bi organîzekirina Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Komîna Şanoyê li ser dikên navendên çandê yên bajarê Qamişlo didome. Festîval heta 11’ê Nîsanê didome.

Îro 2 şano hatin pêşkêşkirin. Yek ji wan şanoyan bi navê “Heft roj Komedî” ji hêla koma Reqayê ya hunera şanoyê ve hat pêşêşkirin. Ev şano di nava cîhana ereban de navdar e. Nivîskarê şanoyê Ebdulnebî El Êzidî û derhêneriya wê Ebdulqadir Ebûd e.

Şano ji aliyê 3 lîstikvanan ve ku kesayetên bapîr, nevî û Şêf dilîzin. Bûyerên şanoyê li ser kesayeta şêf e. Şêf serdana mala bapîr û nevî dike ku pirsgirêkên wan nas bike û çareseriyên guncaw ji wan re bibîne. Kûçikekî Şêf heye, dibîne ew kûçik bi jehrê hatiye kuştin. Ji vir Şêf zirkreşiya xwe li dijî bapîr û nevî dikişîne û gefên xistina wan di girtîgehê de dixwe yan jî ew ê 7 rojan di mal de bêyî xwarin reşê girê bidin.

Armanca Şêf ew bû ku fîtneyê di navbera bapîr û nevî de derxe da ku ew êdî hevdu gunehbar bikin.

Piştî çend rojan bapîr û nevî birçî dibin, Şêf ji wan dipirse kê kûçik kuşt, hûn birçî ne?. Bi wê yekê dixwaze desthilata xwe li mala ku ne ya wî ye, ferz bike û qanûnên celad di hundirê malê de pêk bîne.

Şêf dihêle bapîr û nevî xizmetkarê wî bin û xwarinên herî baş ji wî re pêşkêş bikin. Bapîr û nevî jî li bendê ne 7 roj derbas bibin ku xwarin bixwin.

Piştî 7 rojan ji birçîbûn, dadgehkirin û lêpirsînê Şêf ji wan re dibêje hûn serbest in, lê bapîr û nevî li xwaringehê dinêrin ku Şêf tiştek ji wan re nehiştiye, her tişt xwariye.

Şanoya din a bi navê "Henîn" ji aliyê koma şanoyê ya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ve hat pêşkêşkirin. Nivîskar Ebas El Hayik û derhêner Ebdurehman Îbrahîm e. Çîroka wê li ser pirsgirêkeke civakî ye.

Li ser dikê di destpêkê de xemgînî li ser rûyê "Henîn" ji bo windakirina hevjînê xwe diyar dibe, lê piştre ew xemgînî vediguhere kêfxweşî û şadiyeke mezin.

Henîn zarokek e biçûk e, malbat wê neçar dikin ku bi kalemêrekî ji bavê wê mezintir re bizewice. Navê wî "Ebû Silêman " e. Ebû Silêman, Henînê ji malbatê bi bihayekî erzan dikire. Henîn ji bêhna dermanên wî û şevên tarî ku pê re derbas dike acizî dibe. Ji ber ku pirsgirêkên Ebû Silêman ên tenduristiyê hene.

Henîn li ser zarokatiya winda kiriye digirî. Henîna ku bi zarokan re dibezî û dilîst û porê xwe yê herîr berdida êdî bûye girtiyê mal û hevjînê kalemêr.

Piştî hevjînê Henîn wefat dike, wêneyê hevjînê xwe ku li dîwar hatiye daliqandin diçirîne. Lîstoka xwe ya biçûk radike û cilên xwe yên bi zarokê li xwe kirine diçirîne û strana azadiyê dibêje.

(fr)

ANHA