Tehran û Washington dê hevdîtinên "nerasterast" bikin

Wezareta karên derve ya Îranê îro ragihand ku Îran û Amerîka dê roja Şemiyê li Omanê hevdîtinên “nerasterast” li asta bilind bikin.

Tehran û Washington dê hevdîtinên "nerasterast" bikin
8 nîsan, 2025   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derva yê Îranê Ebas Iraqçî di daxuyaniya xwe ya li ser ’X’ weşandiye de wiha got: "Îran û Amerîka wê roja şemiyê li Omanê ji bo hevdîtinên nerasterast bicivin." Iraqçî hevdîtinên li gel rayedarên DYA’yê de wekî derfetekê pênase kir û got: "Hevdîtin bi qasî ku ezmûneke derfetek e. Gog di stadyuma Amerîkayê de ye."

Çend saet beriya daxuyaniya Iraqçî, serokê DYA’yê Donald Turmp piştrast kiribû ku welatê wî dê dan û standinan bi rayedarên Tehranê re bike.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, hevdîtin dê bi serpereştiya Ebas Iraqçî û nûnerê Amerîka Steve Witkoff birêve biçe.

3 rayedarên îranî yên agahdar ji rojnameya The New York Times re gotin ku nûnerên Tehran û Washington dê roja Şemiyê ji bo dan û standinên ne rasterast li Omanê bicivin. Rayedaran diyar kirin ku têgihîştina Tehranê ji cewherê van dan û standinan hinekî ji daxuyaniyên Trump cuda ye. Her wiha anîn ziman ku her du alî dê li odeyên cuda rûnin û dîplomatên Omanî berpirsên ragihandina peyaman di navbera wan de ne.

(bb)