Dema tomarkirina xwendekarên serbest ên refên 9 û 12’an hat dirêjkirin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dema tomarkrina xwendekarên serbest ên refa 9 û 12’an, dirêj kir.

Dema tomarkirina xwendekarên serbest ên refên 9 û 12’an hat dirêjkirin
7 nîsan, 2025   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryarnameyekê ragihand ku dema tomarkirinê ya xwendekarên serbest ên refên 9 û 12‛an, ji bo sala xwendinê 2024/2025’an bi şaxên wê yên zanistî û wêjeyî heta 25.04.2025’an, dirêj kir.

Desteyê di biryarnameya xwe ya li rûpela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye weşandin de diyar kir ku ew biryarname ji bo xwendekarên serbest ên ku dê di ezmûnên meteryalên Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê derbas bibin re, ye.

Desteyê bang li tevahî Desteyên Perwerdê û Fêrkirinê yên li kantonan kir ku tevahî tedbîrên guncaw bigirin ku xebata tomarkirinê hêsan bibe û pabendî dema diyarkirî bin.

Her wiha desteyê bang li xwendekaran kir ku xwe li kantona xwe tomar bikin.

(fr)

ANHA