Ji KJK'ê peyama ji bo Newroza Qendîlê

KJK'ê peyamek ji pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê re şand û bang li jinan kir ku pêşengiyê ji têkoşîna li dijî planên dagirkeriyê bikin.

Ji KJK'ê peyama ji bo Newroza Qendîlê
21 adar, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pîrozbahiya Newrozê de ku li Binarê Qendîlê danê nîvro bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir, peyama KJK'ê hate xwendin.

KJK'ê di peyama xwe de bang li jinên Kurdistanê hemûyan kir ku li dijî dagirkeriyê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin.

Peyama KJK'ê bi vî rengî ye:

"Cejna Newrozê serketina ronahiyê ya dijî tarîtiyê ye, cejna mazlum a bi ser zilmê de ye. Cejna azadiya gelên bindest li we û hemû gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistan, derveyî welat pîroz be. Di kesayeta Zekiye Alkan, Mazlum Dogan, Rahşan, Bêrîvan û Ronahiyan de ku agirê Newrozê bi canê xwe watedar kirin, em hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin.

Em hemû şahidê hawar û bangên 8’ê Adarê yên li her çar parçeyên Kurdistanê bûn ku ji bo azadî, dawîanîna li kuştin, tundî û dagirkeriyê bi tevlîbûn û çalakiyên serketî coşa Newrozê misoger kirin. Li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyanetê, divê jinên li Başûrê Kurdistanê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin.

Em bang li hemû jinan dikin ku bi hestyariyek zêdetir, ji bo dawîanîna li dagirkeriyê û şikandina xeta xiyanetê erkê xwe bicih bînin. Têkoşîna hevpar ji bo yekitiya neteweyî ya jinan bilind bikin."