Ji 5 qadên pîrozbahiyê peyama xurtkirina têkoşînê

Di pîrozbahiyên li 5 navçeyên Qamişloyê de hate diyarkirin ku “agirê Kawayê Hesinkar dadaye bi saya berxwedana Rêber Abdullah Ocalan dê sembola têkoşînê bimîne” û ji bo azadiya wî ya fîzîkî peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn.

Ji 5 qadên pîrozbahiyê peyama xurtkirina têkoşînê
21 adar, 2024   15:43
QAMIŞLO

Şahiya Newrozê ya Qamişloyê li bajarokê Hîmo bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" dewam dike. Piştî dadana agirê Newrozê, endamên Komîteya Amadekar a Newrozê bixêrhatina beşdaran kir. 

Dûre hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û Newroz li gelên têkoşer û berxwedêrên di girtîgehên dagirkeriya Tirk de pîroz kir.

Asya wiha domand: "Peyama me di vê Newrozê de girêdana me bi fikrê Rêber Adullah Ocalan e. Tu kes nikare me ji rêberê me dûr bixe. Divê bêdengiya navneteweyî bi dawî bibe û bersiva bangên gelê bidin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin."

Piştî wê hevserokê Tevgera Civaka Dmeokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û got: "Newroz rojeke dîrokî ye û agirê ku Kawayê Hesinkar dadaye, Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ji ber wê em vê mîrasê bi hevgirtina xwe pîroz dikin."

AMÛDÊ

Di şahiya li Amûdê de, şêniyên bajarok û gundên li dora navçeyê li qada gundê Çaxirbazar kom bûn û dest bi şahiya xwe kir. Piştî wê şêniyan li qeyda deng a Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî girîngiya Newrozê guhdar kir.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û têkoşîna li hember êrişên li dijî gelê herêmê û çiyayên Kurdistanê silav kir û got: "Ev têkoşîna berdewam, bersiva herî bi hêz li hemberî dagirkeran e. Divê em destkeftiyên şoreşê biparêzin ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatin bi destxistin. Çirûska azadiyê wê her tim bilind be heta ku serkeftin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê bidestxistin."

Endamê PYD`ê Mihemed Ebdurehîm jî ev roj li tevahî gelên ku li hember siyasetên çewisandinê û dagirkera li ber xwe didin, pîroz kir.

Ebdurehîm diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan misogeriya çareserkirina aloziyên tevahî gelan e û bang li hevgirtin û yekitiyê kir ji bo ku komployên li dijî gelên berxwedêr têk biçin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê bidestxistin.

Şahiyên Newrozê bi pêşandana bernameyên hunerî berdewam in.

TIRBESPIYÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li gundê Dirêcîkê yê navçeya Tirbespiyê dewam dike.

Rêvebera Kongra Star Zeyneb Murad diyar kir ku rêgeza şerê gel ê şoreşgerê rêya yekane ya têkbirina komployan e û got: "Divê her kes nas bike ku em li pêşberî planên mezin ên dijmin e ku hebûna me, rêveberiya me ya xweser, hêzên me û yekitiya gelên me dike armanc."

Zeyneb Murad destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi fedakariyên mezin destkeftiyên mezin bi dest xistin û wiha domand: "Dewleta Tirk a faşîst di nava bêdengiya navneteweyî de şerê qirkirinê li hemberî van pêkhateyan dimeşîne. Em li hemberî tevahî komployan yekitiya xwe biparêzin."

Di pîrozbahiyê de hevserokê Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Silêman Ereb bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî. Ereb anî ziman ku Newroz tê wateya serkeftin, berxwedan û yekitiyê ye û wiha domand: "Rastiya Newroz ew e ku Kawayê Hesinkar pergala zilmê anî xwarê, bi ser ket û meşaleya Newrozê pêxist ku heta roja me ya îro vêketî ye."

Silêman Ereb bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne û got: "Serkeftin nêzîk e, em ê dawî li dagirkerî û despotiyê bînin û ala azadî û biratiyê li ba bikin."

Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em di Rêveberiya Xweser de bi israr in ku bi serkevin. Em ê li hemberî hemû pergalên zalimane rabin û aramiya gelê xwe mîsoger bikin."

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeya Çilaxa û Girkê Legê Newrozê li gundê Helîq pîroz dikin. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin.

Endama PYD’ê Perwîn Yûsif diyar kir ku dê bi rihê Mazlûm Dogan û Zîlanan têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Perwîn Yûsif got, dê bi modela Rêveberiya Xweser û rihê neteweya demokratîk li hemberî qirkirinê tê bikoin û destkeftiyan biparêzin û bi rihê têkoşîna li çiyayên Kurdistanê û Îmraliyê dê li ber xwe bidin û serketin û azadiyê mîsoger bikin.

Di dewama pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb jî ev peyam da: "Em xwediyê projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk in ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bûye. Ji ber vê yekê divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd çareserî li Sûriyeyê nin e. Bi rihê Newrozê em Kurd, Ereb û Suryan dê li hemberî pergalên dictator bisekinin û desthilata serwer a Tirkiyeyê têk bibin. Em ê bi hevgirtina xwe binesaziya ku Erdogan wêran kiriye, ji nû ve ava bikin. Em projeya xwe ya avakirina Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî berdewam bikin."

DÊRIK

Li gundê Mamşor ê bajarê Dêrikê jî piştî dadana meşaleya Newrozê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed bal kişand ser girîngiya Newrozê û diyar kir ku Newroz ji bo gelên ku ji zilmê xilas bûne, mîladek e. Rûken anî ziman ku dê têkoşînê berdewam bikin heta li tevahî civakan aştî pêk were û dawî li pergalên dijberî îradeya gelan were.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telet Yûnis axivî û got, Newroz azadî, aştî, geşkirina biratiya gelan û bidawîkirina dagirkeriyê ye. Li ser vî esasî banga xurtkirina têkoşînê li tevahî beşên civakê kir.

Pîrozbahî bi stran û dîlanên ji aliyê komên beşdar ve dewam dike.

(şx/bb)

ANHA

QAMISHLO