Hevseroka MSD’ê: Têkoşîna gelê herêmê nûbûna berxwedana Kawayê Hesinkar e

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman berxwedana gelê herêmê silav kir û got ew berdewama têkoşîna Newrozê û nûbûna berxwedana Kawayê Hesinkar e. Leyla Qereman got êrişên li dijî herêmê, hewldanên ji bo têkbirina modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in.

Hevseroka MSD’ê: Têkoşîna gelê herêmê nûbûna berxwedana Kawayê Hesinkar e
21 adar, 2024   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman di şahiya Newrozê ya li Hesekê de axivî.

Leyla Qereman Newroz li gelê Sûriyeyê, gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dayikên şehîdan û gelê Kurdistanê pîroz kir û got: "Newroz, roja berxwedan, azadî û vejînê ye. Berxwedan di Newrozê de mezin dibe û di nava xwe de wateyên mezin dihewîne. Newroz, roja nûkirina berxwedanê ye ku Kawayê Hesinkar dest pê kiriye, dûre Mazlûm Dogan berdewam kiriye û Sema Yuce ji bo gelê Kurd dadaye."

Leylayê têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê ya ji 51 salan ve berdewam e silav kir û got: "Têkoşîneke bi azadî û rûmetê dagirtî ye ku îlham da gelê herêmê."

Leylayê bal kişand ser dirûşma Newroza îsal û got: "Dem dema azadiyê, dem dema çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Dem hatiye ku gel destê xwe bidin hev. Tevî hewldanên vemirandina agirê Newrozê lê belê têkoşîna me berdewam e."

Leyla Qereman bang li pêkhateyên kurd, ereb, asur, suryan, ermen, turkmen û êzidî kir ku birêxistinbûyîna xwe li hember komployan û dagirkeran xurttir bikin û têkoşînê mezin bikin.

Her wiha Leyla diyar kir ku berxwedana li hemberî artêşa Tirk a dagirker tê nîşandan, berdewama têkoşîna Newrozê ye û wiha axivî: "Efrîn, Girê spî, Serêkaniyê, Ezaz, Bab, Cerablus ên ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî ne, li benda rizgarkirinê ne."

Leylayê di nava axaftina xwe de behsa rewşa herêmê kir û wiha berdewam kir: "Em li pêşberî pêvajoyeke dîrokî ne. Dibe ku êrişên dagirkeran zêdetir bibin, metirsiyên mezinir hebin, divê em li hember van êrişan û komployan bibin yek û ji bo azadiyê tê bikoşin."

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmê bi dawî bike, bi awayekî hovane êriş dike û got: "Ev model, çareseriya aloziya li welêt e. Dirûşma me her tim yekitiya gelê Sûriyeyê û avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî ye."

(şx)

ANHA