Ji keça Qazî Mihemed peyama Rojava: Serkeftin nêz e

Keça Serokê Komara Kurdistanê (Mahabad) Qazî Mihemed, peyama serkeftinê ji bo gelê Rojava belav kir û got: “Hêviya serkeftinê ji bo hemû dilsozên Kurd dixwazim.”

Ji keça Qazî Mihemed peyama Rojava: Serkeftin nêz e
17 ÇILE, 2025   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Munîra Qazî (Keça Serokê Komara Kurdistanê (Mahabad) Pêşewa Qazî Mihemed), li ser hesaba xwe ya medya dijîtal, peyamek piştgiriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê weşand. 

Munîra Qazî di peyama xwe ya bi dîmen de wiha got:

“Silav û Rêz, ez Munîra Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed, li bajarê Mahamad.

Piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê eşkere dikim. Her wiha destxweşî dikim ji bo herdû têkoşer Cenabî Kak Mesud Barzanî û Cenabî General Mazlum Kobanî û hemû kesên ku ji bo yekîtiya nav mala Kurd li Rojavayê Kurdistanê têdikoşin dikim. Xewn û xeyala bavê min li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî pêkanînê bûye. Hêviya serkeftinê ji bo hemû dilsozên gelê Kurd dixwazim.”

(a)

ANHA