Li Qamişlo teqîn

Li taxa Xerbî bajarê Qamişlo ya girêdayî Kantona Cezîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser avahiyekê 2 teqîn çêbûn.

Li Qamişlo teqîn
Li Qamişlo teqîn
Li Qamişlo teqîn
17 ÇILE, 2025   15:16
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ajansa me ji cihê bûyerê ragihandine, teqîna yekem li ser banê avahiyek 4 qat çêbû. Lê sedema wê nehat zanîn. Teqîna duyemîn jî bi bandora teqîna yekemîn re, di tankera mazotê ya li ser heman avahî de çêbû.  Ji ber teqînan li ser avahiyê şewat derket.

Piştî teqînan tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û şewat vemiran.

Hêzên Ewlekariya Hundirin jî li derdorê tedbîrên ewlekariyê wergirtin.

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, beriya teqîna yekem dengê fîşekek an jî topekê hatiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê sedema teqînan de heta niha tu zanyarî belav nekirine.