Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket

Ji kampa Mehmûdlî ya li kantona Tebqayê koma yekemîn a koçberên ji Dêrazorê vegeriyan warê xwe.

Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
Ji kampa Mehmûdlî 10 malbat ber bi Dêrazorê ve bi rê ket
26 tebax, 2025   15:01
TEBQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi koordîneya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY’ê xebatên veguhestina koçberên ku dixwazin vegerên warên xwe diodmîne.

Di vê çarçoveyê de koma yekemîn a koçberên li kampa Mehmûdlî ya kantona Tebqayê ber bi Dêrazorê ve bi rê ket.

Hevseroka Kampa Hemûdlî Sîham El Ugle diyar kir ku koma koçberan  ji 10 malbatan, tevî 10 erebeyan, kamyonên barligirên kel û pelên wan pêk tê, ber bi Dêrazorê ve bi rê ket.

Sîham da zanîn ku li kampê koçberên ji Dêrazor, Hums, Hema û gundewarê Helebê hene û got, navên 65 malbatên ku dixwazin vegerên herêmên xwe hatine tomarkirin û tomarkirin hîn dewam dike.

Sîham her wiha destnîşan kir ku hin malbat bi pereyên xwe bi awayekî ferdî derkevin û ev agahî dan, ji hezar û 368 malbatan, niha hezar û 238 malbat (7 hezar û 156 koçber) li kampê mane ku li hezar û 578 çadiran dimînin.

Sîham El Ugle diyar kir ku xebatên wan ên hêsankirina vegera dilxwaz a koçberan bo herêmên wan dê bidome.

(bb)

ANHA