Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 197 kes hatin darvekirin

Li gor daxuyaniya kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’, di vê mehê de (Tebax) 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hikûmeta Îranê dixwaze bi rêya darvekirinan û asayîkirina tûndiyê civakê bixe nava tirsê de.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 197 kes hatin darvekirin
26 tebax, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ di 83’yemîn heftiya xwe de li dijî cezayê darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava vê mehê de 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku li hemû bajar û navçeyên Îranê cezayên darvekirinê tên bicihanîn û hat gotin: “Hikûmeta Îranê dixwaze bi rêya darvekirinan û asayîkirina tûndiyê civakê bixe nava tirsê de.”

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Darvekirin ne rêya çareseriyê ye û binpêkirineke eşkere ya mafên mirove. Amrazeke ji bo bêdengkirina dengên nerazî û aliyên siyasiye. Em daxwaz ji sazî û rêxistinên navdewletî, her wiha çalakvan û azadîxwazan dikîn ku li beramberî van cezayên darvekirinê rabin û helwesta xwe nîşandin.”

Kampanyaya “Sêşemên ji Darvekirinê re Na” di 9’ê Çileya 2023’an de wek nerazîbûnek li dijî darvekirina girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate damezrandin, her roja Sêşemê endamên kampanyayê dest bi çalakiya birçîbûnê dikin.