Rojnameyên erebî: Lubnan nêzî vebijêrka şer dibe

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser aloziya li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê, rewşa li Deryaya Sor, her wiha nakokiyên di navbera hêzên Iraqê de.

Rojnameyên erebî: Lubnan nêzî vebijêrka şer dibe
23 kanûn, 2023   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

’ÎHTÎMAL ZÊDE DIBIN KU ŞER DI NAVBERA ÎSRAÎL Û LUBNANÊ DE GUR BIBE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser aloziya li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê. Di gotareke rojnameyê de hate gotin: "Tevî ku Hizbullah hêzên Nuxbeta (El Redwan) 5-6 km zêdetir ji sînorê Lubnanê vekişandine, lê aloziya li ser sînor a di navbera her du aliyan de û asta gefan rageşiyê zêdetir dike. Ev yek jî piştî zêdebûna êrişên bi moşekan pêk hat û gihaşt asta ku bi dehan kîlometreyan kûrahiya her du welatan derbas bike.”

Li gorî rojanameyê, rayedarên Îsraîlê aşkera kir ku artêşê plana derbaskirina xaka Lubnanê amade kiriye û ne dûr e ku şer ragihîne. Hate gotin: “Çavkaniyên siyasî ji Til Avîvê destnîşan kir ku Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewldanên xwe didomînin da ku lihevkirina aramkirinê bi hikumeta Lubnanê re pêk were.”

‘RÊVEBERIYA BIDEN JI NÊZÎK VE REWŞA LI DERYAYA SOR DIŞOPÎNE’

Tora El Hunra cih da êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor û hate gotin: "Koşka Spî ragihand ku ew ji nêzîk ve êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor ên li dijî keştiyan dişopîne, lê pêşbîn nake ku ev êriş bandoreke mezin li bazirganiyê bike.”

Di dewama nivîsê de hate diyarkirin ekîba ewlehiya neteweyî ya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden li ser rewşa li Deryaya Sor baldar e. Hate destnîşankirin ku ekîb bi şîrketên barkirinê re têkildar e da ku azadiya navîgasyonê misoger bike û ewlehiyê li herêmê xurt bike.

’DI NAVBERA HÊZÊN IRAQÊ DE NAKOKÎ’

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya  El Ereb nivîsek weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin ku îsyana milîsên Tevgera Nuceba yên girêdayî Pasdarên Iraqê û dijbertiya wê ya li hemberî biryara hikumeta serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ya parastina berjewendî û hêzên DYA’yê yên li Iraqê, ji bo berpirsên milîsên mîna Nuceba jî nerihetiyekê ji bo rêveberên hêzên şîe jî çêdike ku rola oldaran lawaz dike.

(bb)