ji Fransayê daxwaza betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî hate kirin

CFDT, CGT, UNSA, Solidaires ve FSU û Konfederayona Sendîkayên Navneteweyî ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî bang kirin.

ji Fransayê daxwaza betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî hate kirin
4 îlon, 2025   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

5 sendîkayên mezin ên karkeran ên Fransayê (CFDT, CGT, UNSA, Solidaires ve FSU) û Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC), bi danezaneke hevpar xwestin ku cezayê darvekirinê yê parastvana mafên karkeran û mafên mirovan Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê ya Reştê tê ragirtin, were betalkirin.

Di danezanê de hate gotin ku Şerîfe Mihemedî tenê ji bo parastina mafên karker û jinan tev li xebatên aştiyane bûye û bi vê sedemê tê darizandin. Hat destnîşankirin ku di dema binçavkirinê de nehiştine Şerîfe Mihemedî bi malbata xwe re biaxive, mafê wê yê telefonê hatiye astengkirin û ji derfetên parastinê bêpar hatiye hiştin. Hat gotin ku Şerîfe Mihemedî tenê ji ber endamtiya xwe ya “Komîteya Alîkariya Birêxistinkirina Karkeran” hatiye cezakirin. 

Sendîkayan, banga “Divê biryara darvekirinê tavilê were betalkirin û Şerîfe Mihemedî bêşert were berdan.”  Sendîkayan, gotin ku rejîma Îranê rewşa şer ji bo girankirina zextan bi kar tîne û darvekirinê jî weke rêbazekî bi kar tîne. 

Gelek rêxistinên karkeran ên li Ewropa û Amerîkaya Latîn, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û raportorên taybet ên NY’ê jî piştgirî dan vê daxuyaniyê.

Rêxistinên piştgirî dan evin:

“*Mezintirîn sendîkaya karkeran a Spanyayê CCOO,

*Konfederasyona Sendîkayên Swêdê LO,

*Mezintirîn sendîkaya li Ingilistanê Unite the Union,

* Konseya Karkeran a Nottinghamshire ya Ingilistanê,

*Komeleya Piştevaniya Navneteweyî ya bi Karkerên Îranê re (IASWI),

* Raporterên Taybet ên Mafên Mirovan a Îranê ya NY’ê,

* Konfederasyona Karkerên Veguhestinê ya Navneteweyî (ITF),

*Sendîkayên karkeran ên serbixwe yên Îranî (Sendîkaya Karkerên Azad a Îranê, Sendîkaya Karkerên Otobûsan a Tehranê, Sendîkaya Karkerên Şekirê ya Haft-Tappehê û Komeleya Mamosteyan), 

*Teqawid, komên xwendekaran û kampanyayên sivîl (Azadî ji bo Jinan, Kampanyaya Pêşîlêgirtina Cînayetên Rûmetê, Komeleya Nivîskaran a Îranê – li sirgunê ye).

Di dawiya danezanê de hat xwestin ku cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn tavilê were betalkirin, hemû parastvanên mafên mirovan bên berdan û rejîma Îranê cezayê darvekirinê bi temamî ji holê rake.