Netanyahû mijara Dîfa Xerbiye ji rojevê derxist

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû îlhaqkirina Dîfa Xerbiye (Bi gotina xwe 'Yehûda û Şomron') ji rojeva civîna roja pêncşemê derxist.

Netanyahû mijara Dîfa Xerbiye ji rojevê derxist
4 îlon, 2025   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Biryar piştî wê yekê hat ku Îmaratên Ereb ên Yekbûyî plan weke 'xeta sor' pênase kir, hate wergirtin.

Di civînê de li şûna îlhaqê wê rewşa ewlekariyê ya li Dîfa Xerbiye bê nirxandin. Yekîneyên ewlekariyê yên Îsraîlê hişyariyê didin ku ji ber krîza aboriyê ya giran a li herêmê û nearamiya siyasî ya li herêmê rîska 'teqînê' heye. Li aliyê din hate îdîakirin ku bi saya operasyonên leşkerî êrîş kêm bûne.