Ji eniya berxwedanê peyamên sala nû: Serkeftin a me ye 

Şervanên ku li eniya Tişrînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanek dîrokî dimeşînin, diyar kirin ku di sala 2025’an jî em ê hemû êrişan vala derxînin û gotin; “Serkeftin a me ye.”

Ji eniya berxwedanê peyamên sala nû: Serkeftin a me ye 
1 ÇILE, 2025   04:10
MINBIC

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniya berxwedanê ya Tişrînê, bi minasebeta sala nû (2025) peyam dan. 

Şervanê bi navê Rûbar Kobanê da zanîn ku ev çend roj in dijî êrişan şerek dijwar heye, li hemberî êrişan berxwedanê dimeşînin û got: “Dagirker li dijî me hemû teknîkê bikar tînin, lê me dudilî jiyan nekir û me ew şikandin, paş ve çûn. Me gundên derdorê rizgar kirine.”

Rûbar Kobanê diyar kir ku ew ji bo berxwedana li dijî êrişên ku dê li ser Rojava pêk werin, amade ne û bi gotina, “Em nahêlin dijmin bikeve axa me” jî peyama xwe ji bo sala 2025’an wiha da:

“Em ji bo sala 2025’an soz didin Rêber Apo û gelê xwe. Em ê tola êrişan li erdê nahêlin.”

‘EM Ê WAN TÊK BIBIN’

Şervanê bi navê Ferzend Kobanê, bibîr xist ku berxwedana wan didome û ev nirxandin kir: “Bi rastî dijmin hemû teknkîka pêşketî li hemberî me bikar tîne. Lê me hemû êrişên wan şikandin. Bi vê berxwedanê em dikevin sala 2025’an. Em sala nû di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, hemû hevalan û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Em soz didin ku em ê di sala nû de ji hemû êrişên dijmin re bibin bersiv, em ê wan têk bibin û tu caran bi bin nakevin, serkeftin a me ye.”

‘EM Ê XETERIYAN TUNE BIKIN’

Şervanê binavê Dilgeş Amûdê jî, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir, wesayîtên mertalî, topan û hemû cure çekan êriş dike, lê  em jî berxwedanê dikin, wan hemû êriş vala derxistine û dagirker têk birine.

Ji bo sala nû jî ev peyam da: “Niha em ketin sala 2025’an. Em vê salê li şehîdan û gelê xwe pîroz dikim. Em soz didin ku em ê herêma xwe li dijî hemû êrişên hundir û derve biparêzin, em ê xeteriyên heyî tune bikin, serkeftin be.”

(a)

ANHA