Kombûna Jinan a Zenûbya Sûriyeyî dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku sûriyeyî dikarin xwe bi xwe pirsgirêkên xwe dûrî destwerdanên derve, çareser bikin.

Kombûna Jinan a Zenûbya Sûriyeyî dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike
1 ÇILE, 2025   05:10
REQA

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û banga rawestandina êrişan kirin û gotin: “Sûriyeyî dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe dûrî destwerdanên derve, çareser bikin.”

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Kerem El Hemed destnîşan kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker 2`yê Kanûnê şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê careke din koçber bûn.

Kerem sûcên li dijî jinan, kuştin, îşkence û revandina li herêmên dagirkirî tên kirin şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku ji bo rawestandina van êrişan û binpêkirinan, erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Kerem wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji van binpêkirinan, sûcan û êrişan dixwaze vîna gel û jina azad têk bibe. Di şexsê jinan û gel de ew projeya neteweya demokratîk dike hedef."

Kerem destnîşan kir ku di Rêveberiya Xweser de, jin bû pêşeng, rêveber, siyasetmedar û şervan û di avakirina civaka demokratîk de rola xwe bi awayekî çalak lîst.

Kerem ji desthilata heyî li Şamê fikarên xwe anîn ziman û got: "Helwesta desthilata nû, dê bandor li azadiya jinên sûriyeyî û têkoşîna wan bike."

Endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Muntehe Xelef El Hiwêce êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrîn, Şehba û bajarê Minbicê şermezar kirin ku di encamê de bi hezaran şênî û koçber careke din koçber bûn.

Muntehe bang li jinan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derkevin xwepêşandanan û wiha domand: "Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de em aram in û mafên me parastî ne. Em naxwazin komên li dijî civaka sivîl û azadiya jinan, rêveberiya me bike."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El Îsa jî got: "Bihaneyên dewleta Tirk tev de hicet in. Gelo dewleta Tirk çima DAIŞ`ê li ser xwe xeterî nedît? Lê îdia dike ku Rêveberiya Xweser li ser ewlehiya wê ya neteweyî xetere ye."

Xûd îşaret pê kir ku herêm bi destê ciwanên wê hate rizgarkirin û got: "Dema cîhana ku banga aştiyê dikir, dev ji gelê herêmê berda, kurd, ereb û çerkez bi hev re herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kir. Ew dewletên derve tenê berjewendiyên xwe esas digirin."

Xûd bang li şêniyên herêmê kir ku yek bin û xwedî li QSD`ê derkevin ji ber ku bingeha parastina herêmê ye û şervanên wê bi rihekî fedayetî ji bo azadiya welêt canê xwe feda kirin.

Xûd di dawiyê de bang li dewletên derve yên destwerdanên kar û barên Sûriyeyê dikin, kir û got: "Sûriyeyî dikarin bi xwe bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em hêvî dikin ku destûreke demokratîk ku mafên kêmneteweyan, pêkhateyan û baweriyan diparêze, bê sazkirin."

(şx)

ANHA