Ji destpêka salê ve ji ber bermahiyên şer 249 kesan jiyana xwe ji dest daye

Ji ber teqîna bermahiyên şer di 8 mehên dawîn de 249 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji destpêka salê ve ji ber bermahiyên şer 249 kesan jiyana xwe ji dest daye
3 îlon, 2026   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê belge kirine, li Sûriyeyê ji destpêka salê ve ji ber teqîna bermahiyên şer 249 kesan (9 jin, 92 zarok û 148 mêr) jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 388 kes jî birîndar bûne.

Li herêmên din bin kontrola hikumeta veguhêz de 228 kesan jiyana xwe ji dest daye û 368 kes jî birîndar bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di encama teqînên bermahiyên şer de 21 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.

(sb)