Di êrişeke çekdarî de li Kerkûkê endamekî Heşdî Şabiyê hat kuştin

Li bajarokê Pirdê yê Kerkûkê hin çekdarên nenas êrişî baregeheke Heşdî Şabiyê kir. Di encamê de endamekî Heşdî Şabiyê hate kuştin û çend jî birîndar bûn.

Di êrişeke çekdarî de li Kerkûkê endamekî Heşdî Şabiyê hat kuştin
3 îlon, 2026   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çapemeniya Iraqê dane, di saetên derengiya şevê de li bajarokê Pirdê yê ser bi Kerkûkê ve 2 kesên li ser motorsîkletê baregeheke Heşdî Şabiyê gulebaran kir. Di encama êrişê de çekdarekî Heşdî Şabiyê hate kuştin û çend çekdar jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku birîndar ji bo Nexweşxaneya Kerkûkê hatine veguhastin û birîna yek ji wan giran e.

Polîsên Kerkûkê jî diyar kir ku heta niha ne diyar e êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin. Li ser bûyerê jî lêkolîn dewam dike.

Li gor agahiyan baregeha Heşdî Şabiyê ser bi Tabûra 16’an ve ya û ‘Heşdî Tirkmenî’ tê de ne.

Bajaroka Pirdê dikeve navbera parêzgeha Kerkûk û Hewlêrê. Beriya sala 2017’an kontrola bajarok di aliyê îdarî de di bin kontrola Kurdan de bû. Lê niha polîs û Heşdî Şabî li Pirdê ne. Hêzên pêşmerge jî çend kîlometreyan ji bajarok dûr in.