Ji Desteya Çandiniyê bo çotyaran çend şîret

Desteya Çandinî û Avdanê ji bo pêşxistina qada çandiniyê û zêdekirina berheman hin şîret dan cotkaran.

Ji Desteya Çandiniyê bo çotyaran çend şîret
4 sibat, 2024   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşxistina asta çandiniyê û zêdekirina berheman hin şîret dan cotkaran.

Di şîretan de girîngiya çandina beqleyan (fûl, nok û nîskan) hat destnîşankirin.

Desteyê ji cotkaran xwest dest bi kesixandina daran bikin û bermahiyên kesixandinê veguherînin semadê (gûbre) Compost, piştî her kesixandinekê jî derman li daran bireşînin.

Desteya Çandinî û Avdanê bi bîr xist ku mewsima çandina kemûnê ji navîna Çileyê ve dest pê dike û heta dawiya Sibatê dewam dike. Desteyê xwest ku erd baş were cotkirin û li deverên ku baran lê pir dibare zû neyê çandin. Her wiha xwest ku tevahî cureyên daran werin çandin.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cotkaran xwest ku zeviyên çandiniyê bi ava qirêj av nedin û ji bo sewalan jî xwest ku paqijiya çewlikan were parastin.

(bb)

ANHA