"Meşa Azadiyê ya Mezin" bi çepik û tilîliyan didome

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome.

"Meşa Azadiyê ya Mezin" bi çepik û tilîliyan didome
4 sibat, 2024   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêwiyên azadiyê guh nadin şert û mercên nebaş ên hewayî û bi coş û biryareke mezin meşa xwe didomînin. Li her cihê diçinê jî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Kolan bi kolan, cade bi cade û malbat bi mal tecrîdê û girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan vedibêjin. 

Baskê Wanê

Tevî hewayê sar û barîna berfê jî “Meşa Mezin a Azadiyê” didome. Meşvanên ku li gundan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bi çepik û tililiyan ber bi Elkê ve hatin oxirkirin.

Koma ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û parlamenterên DEM Partiyê pêk tê, îro ji navenda Colemêrgê derketin rê.

Meşvan, li Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê bi çepik û tililiyan hatin oxirkirin. Meşvan, li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê ji hêla welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Tevî barîna berfê jî eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû. Di dema pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

Welatiyên ku meşvan pêşwazî kirin, bi wan re heta derketina gund meşiyan. Di meşê de dîmenên rengîn derketin û coşeke mezin hebû.

Meşvan, li Bihûroka Suvarakutrayê bi meşaleyan meşiyan. Li vir govenda azadiyê hate gerandin û piştre jî meşvan ber bi navçeya Elkê ve ketin rê.

Baskê Qersê

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Baskê meşê yê Qersê îro gihişt navenda Agiriyê.

Meşvanên li navendê gihiştin hev, heta buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan meşvanan.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag li pêşiya buroya hilbijartinê axivî û wiha got: “Bindest û kesên têkoşîna demokrasiyê didin daxwaza wekhevî û edaletê dikin. Wekhevî û edalet bes nîne, divê bi azadiyê bên tacîdarkirin. Daxwaza me azadiya Abdullah Ocalan e. Em dixwazin bi meşa xwe rêya aştiyê vekin. Her wiha meşa gelan ên li dijî faşîzmê têdikoşin e.”

Piştî axaftinan, meşvan ber bi navçeya Panosê ve ketin rê.