Li kampa Holê hejmarek din a çekan hat desteserkirin

Li beşa herî mezin a kampa Holê miqdareke din a çekan hat desteserkirin.

Li kampa Holê hejmarek din a çekan hat desteserkirin
Li kampa Holê hejmarek din a çekan hat desteserkirin
Li kampa Holê hejmarek din a çekan hat desteserkirin
4 sibat, 2024   13:10
HESEKÊ

Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 9’an de dewam dike. Hêzên operasyonê di saetên vê sibehê (4 Sibat 2024) de ketin beşa yekemîn a kampê ku 2 hezar malbatên iraqî lê dimînin. 

Di xebatên lêgerînê yên li vê beşê de 6 çekên din ên kalaşînkov û guleyên wan ku di kortekê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya ku dest bi lêgerîna li beşa yekemîn bikin, bang li niştecihan kir ku biçin nuqteyên nûkirina sicilan.

(bb)

ANHA