Lêkolerekî Iraqê binpêkirinên serweriya Iraqê aşkera kirin

Lêkolerekî Iraqê diyar kir ku ji ber tevkariya desthilatên Başûrê Kurdistanê û helwestên hikumeta federal dewleta Tirk serweriya Iraqê bin pê dike û got tu cudahî di navbera binpêkirina wê û Amerîka ji serweriya Iraqê re tune ye.

Lêkolerekî Iraqê binpêkirinên serweriya Iraqê aşkera kirin
12 sibat, 2024   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Muhsin El Mendelawî di rûniştina parlamentoyê ya 10ˊê Sibatê de ji bo bombebaranên dubare yên Amerîka li ser Iraqê re banga pêkanîna biryara Meclisa Nûneran a bi hejmara 18ˊan a sala 2020ˊan kir. Ew biryar li ser derxistina hêzên biyanî, bidawîkirina erkên wan li Iraqê ye.

Parlamentoyê biryar dabû ku rûniştina xwe li ser bombebarana dubare ya li dijî Iraqê ji hêla Amerîkayê ve li dar bixe. Herî dawî jî di bombebarana Amerîkayê de fermandarekî Heşd El Şehbî Abû Baqir El Saidî li rojhilatê Bexdayê hatibû kuştin.

Der barê vê yekê de lêkolerê Iraqê ya Navenda El Hedef a Lêkolînên Stratejîk Mueyed El Elî axivî û wiha got: "Îro daxwazên gel û siyasî yên der barê pêwîstiya danîna sînorekê ji hebûna hêzên Amerîkayê re ku di bin sîwana Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞˊê de ye zêde dibin. Ew di 2014ˊan de hatin Iraqê."

El Elî wiha domand: "Hemû hincet û sedemên hevbûna koalîsyonê bi dawî bûn. Ji ber ku Iraqê êdî xwedî rêxistinbûyîna ewlehî ye û dikare parastina ewlehî û serweriya Iraqê bike. Bi wê re tevahî sedemên hebûna hêzên Amerîkayê bi dawî bûn."

El Elî diyar kir ku êdî hêzên Amerîkayê serweriya Iraqê bin pê dikin, piştî ku fermandarê Heşd El Şehbî kuşt, her wiha nuqteyên ewlehî yên girêdayî hikumeta Iraqê bombebaran kirin. Vê yekê jî hişt hêrsa gel û fermî li dijî hebûna Amerîkayê rabe, ji lew re dengên ji bo derketina hêzan bi rêya dan û standin û nîqaşan bilind bûn.

El Elî aşkera kir ku ji bo derxistina qanûnekê der barê derxistina hêzên biyanî de; ji wan jî hêzên Amerîkayê tevgerek di parlamentoya Iraqê de heye.

Têkildarî binpêkirinên serweriya Iraqê ji hêla dewleta Tirk ve, lêkoler wiha pê de çû: "Aliyê Tirkiyeyê bi hinceta şerê li dijî PKKˊê çalakiyan li Iraqê pêk tîne. Dewleta Tirk jî ji bo tesfiyekirina hesabên xwe bi aliyên siyasî yên dijber an jî ji bilî li xaka Iraqê hincetan dike, li aliyekî din jî hewl dide dagir bike. Ev hemû jî bandorê li serweriya Iraqê dikin."

El Elî anî ziman ku ev hemû binpêkirin vedigerin tevkariya desthilatên Başûrê Kurdistanê û helwestên lawaz ên ji hêla hikumeta federal û erêkirina Amerîkayê ve.

Mueyed El Elî diyar kir ku qanûna ku divê parlamento derxe, ne tenê li dijî hêzên Amerîkayê be, divê li dijî hêzên Tirkiyeyê be jî, ji ber nayê qebûlkirin ku nakokî di qanûnê de hebûn, tenê li dijî hêzên Amerîkayê be û hêzên Tirkiyeyê jî negire nava xwe.

El Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Destwerdanên dewleta Tirk li Bakurê Iraqê bi erêkirina Amerîkayê û bi tevkariya desthilatên Herêma Kurdistanê ye. Ev yek nayê qebûlkirin, ji ber ku bandorên wê li ser ewlehiya nîştimanî û neteweyî ya Iraqê hene."

(fr)

ANHA