Sersaxî ji malbata şehîd Soro Berxwedan re hat xwestin

Şêniyên kantona Efrîn-Şehba sersaxî da malbata şehîdê Hêzên Rizgariya Efrînê Soro Berxwedan (Mihemed Hesen).

11 tebax 2024   15:54
ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê sersaxî dan malbata şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Soro Berxwedan (Mihemed Hesen) ku 9`ê Tebaxa 2024`an şehîd bûbû. 

Merasîma sersaxiyê li bajarokê Ehdas ê kantona Efrîn û Şehbayê hate lidarxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Xelîl Îso axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Îso wiha domand: "Em di şexsê şehîd de, tevahî şehîdan bi bîr tînin. Heya vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin. Em hêza berxwedanê ji fedakariyên şehîdan digirin."

Endama Meclisa bajarokê Ehdasê Ranya El Hesen jî axivî û soza domandina xeta şehîdan da.

Cenazeyê şehîd Soro Berxwedan duh (10`ê Tebaxê) bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Sozdar Amanos a li bajarokê Fafînê hatibû veşartin.

(şx)

ANHA