Rewşenbîran êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser rojnamevanan şermezar kirin

Rewşenbîrên li bajarê Şedadê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanên şehîd Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan şermezar kir û diyar kir ku ev êriş bi armanca bêdengkirina dengê rastiyê pêk hatiye.

Rewşenbîran êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser rojnamevanan şermezar kirin
25 kanûn, 2024   04:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di 19’ê Kanûnê de balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk li ser rêya navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de hevalên me Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan dema karê xwe yê rojnamegeriyê dikir û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin, hedef girtin û di encamê de her du rojnamevan şehîd bûn û ajokarek birîndar bû.

Rewşenbîrên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ev êriş şermezar kir. Rewşenbîr û endama Saziya Malbatên Şehîdan Îman El Ferec der barê mijarê de got: "Em bi tundî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî jî hedefgirtina rojnamevanên ku rastiyan aşkera dikin, şermezar dikin. "

Îman destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk hemû şêniyên herêmê dike hedef û armanca wan êrişan şikandina vîna gelên azad e û got: "Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku bo van zûcan hesabê ji ji faşîzma Tirk bipirsin û em bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van kiryarên sûc şermezar dikin. "

Rewşenbîr û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Merkedê Samir El Ziyanat jî der barê mijarê wiha got: "Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina rojnamegeran şermezar dikin. Van rojnamegeran ji bo gihandina rastiya li herêmên ku di bin bombebarana dewleta Tirk de ne, bi awayekî çalak xebitîn.”

Her wiha bang li hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku bi awayekî cidî bikevin nava liv û tevgerê û vê mijarê bişopînin û hesbê dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wê yên li dijî rojnamegeran, bipirsin.

Rewşenbîrên Şedadê destnîşan kir ku hedefgirtina rojnamegeran binpêkirina eşkere ya nirxên mirovahiyê û qanûnên navneteweyî ye û hewldanên dagirkeriya Tirk a ji bo tepeserkirina rastiyê nîşan dide. Rewşenbîran bang li hêzên navneteweyî kir ku helwestên tund nîşan bidin ji bo parastina azadiya çapemeniyê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşê ve heta niha bûne sedema şehîdbûna 30 rojnamevanan, dema ku rewş dişopandin û rastî ji raya giştî ya cîhanê re radigihandin. Ji wan 6 nûçegihanên ajansa me bûn; Dilîşan Îbiş, Cîhan Bilgîn, Îsam Ebdela, Saed Ehmed, Rizgar Adanmiş û Hogir Mihemed.

(k)

ANHA