Ji bo şervanê QSD’ê Malik El Xelîl merasîma seraxiyê

Ji bo şervanê QSD’ê Malil El Xelîl merasîma seraxiyê hat lidarxistin.

Ji bo şervanê QSD’ê Malik El Xelîl merasîma seraxiyê
Ji bo şervanê QSD’ê Malik El Xelîl merasîma seraxiyê
Ji bo şervanê QSD’ê Malik El Xelîl merasîma seraxiyê
Ji bo şervanê QSD’ê Malik El Xelîl merasîma seraxiyê
Ji bo şervanê QSD’ê Malik El Xelîl merasîma seraxiyê
Ji bo şervanê QSD’ê Malik El Xelîl merasîma seraxiyê
16 kanûn, 2025   14:24
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê sersaxî da malbata şervanê QSD’ê Malik El Xelîl ku 12’ê Kanûnê (2025) li gundê Hiswiyê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bûbû.

Sersaxî li mala şehîd Malik a li gundê Hiswiyê hat qebûlkirin û merasîmek pêk hat. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xidir El Hac axivî û got, şehîd meşala ne ku rêya azadiyê ya gelên herêmê ron dikin.

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya Til Hemîsê Mihemed El Kemaş jî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser berxwedana gelên herêmê ya li hemberî êrişan.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Holê Ciwan Til Hemîsê jî axivî û got, şehîd Malik sembola berxwedan û fedakariyê ye.

Hevserokê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Mihemed El Debcan û rêvebera Kongra Star Efra Ebas jî axivîn û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dane zanîn ku bi saya vê hevgirtinê herêm ewle bûne.

Di merasîmê de bi navê malbata şehîd, Hisên El Ayid jî soza domandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û bi dirûşm û tilîliyên dayikan radestî malbata wî hat kirin.

(b)

ANHA