FIFA’yê alîgirên tîma Zaxoyê wek alîgirên herî baş ên cîhanê diyar kir

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê wek alîgirên herî baş ên cîhanê diyar kir.

FIFA’yê alîgirên tîma Zaxoyê wek alîgirên herî baş ên cîhanê diyar kir
16 kanûn, 2025   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

FIFA’yê alîgirên tîma futbolê ya Zaxo wek alîgirên herî baş ên cîhanê ya sala 2025’an destnîşan kir.

Di daxuyaniya FIFA’yê de hatiye diyarkirin ku alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê ji ber dîmenên xwe yên ciwan û balkêş yên ji bo piştgiriya tîma xwe nîşandan, ji bo wergirtina xelata ‘alîgirên herî baş ên FIFA yên sala 2025’an’ hat destnîşankirin.