Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Mihemed bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li Hesekê hat oxirkirin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ziyab Hesekê (Hisên El Salih) hat bibîranîn.

Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Elaa Mihemed û Ziyab Hesekê merasîmek hat lidarxistin
10 îlon, 2025   21:14
HESEKÊ

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Mihemed ê ku 7’ê vê Îlonê li kampa Holê di êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibû îro  bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê Hesekê hat oxirkirin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ziyab Hesekê (Hisên Salih El Salih) ê 7’ê Îlonê li bajarê Til Temirê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bûbû jî hat bibîranîn.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan û endamên saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xilûd Salih axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Xildû anî ziman ku şehîdan bi ked û xwîna xwe ya pak ku di rêya ewlehiya herêmê de dane, dîrok nivîsand.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulmutelib Receb jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha domand "Şehîd rêya azadiyê ya gelê xwe ronî dikin û di dilên gelê xwe de şopekê dihêlin ku heta hetayî dimîne."

Receb soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Elaa Mihemed bi tilîliyên dayikan û dirûşmên şehîdan hat veşartin.

(bb)

ANHA