Kuştin û revandin li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berdewam e 

Di çend saetên dawîn de li Hums, Heleb û gundewarên Şamê bûyerên kuştin û pevçûnên çekdarî zêde bûne, ev yek nîşan dide ku li deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz de valahiya ewlehiyê kûrtir bûye.

Kuştin û revandin li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berdewam e 
10 îlon, 2025   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêla krîza ewlehiyê li hin deverên di bin desthilata hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de berdewam dike. Di çend saetên borî de, li Hums, Heleb û gundewarên Şamê rêzekuştin û pevçûnên çekdarî yên malbatî qewimîn, di encamê de kuştî û birîndarî çêbûn.

Li Humsê, piştî ku 2 welatiyên Elewî hatin revandin herî dawî cenazeyên wan hatin dîtin. Herdu welatî bi guleyên di serî de hatine kuştin. Yek ji wan ê 60 salî ajokarê erebeyê ye û li nêzî devera Metahin li bakurê bajêr hate dîtin, lê yê din, karmendê înşaatê ji taxa Zehraa ye, rojek piştî ku li taxa Qahîreyê winda bibû, di hundirê Nexweşxaneya El Weir de kuştî hate dîtin.

Li gundewarê rojhilat ê Helebê, li bajarê El Sifîrê, di pevçûneke navbera du malbatan de kesek hate kuştin. Nakokî veguherî bikaranîna çekan, ev yek bû sedema ku pevçûn berfireh bibe ji ber vê yekê şêniyêb herêmê bang li rûspiyên herêmê kir ku destwerdanê bikin. Di bûyerek din de li gundewarên başûr ê Helebê, li gundê Hoberê di navbera malbatan de, di nav de kesên ku bi dilsoziya bi rejîma berê re dihatin tawanbarkirin, pevçûnek çekdarî çêbû. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Her wiha 3 kuştinên cuda hatine tomarkirin, yek ji wan li gundewarê Şamê, ku çekdarekî nenas li bajarokê Reyhan ê Dûmayê ciwanek di hundirê dikana wî de kuşt. Li gundewarê rojavayê Helebê, li bajarokê Kefr Teal di pevçûneke çekdarî ya malbatî de ciwanek hatiye kuştin û birayê wî birîndar bû. Di heman demê de, ciwanek, ku berê bi hevkariya rejîma berê re hatibû tawanbarkirin, li gundê El Meflesa yê Cebel El Hosê pismamê xwe kuşt.

Ev bûyerên dubarebûyî krîza ewlehiyê ya ku li deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de belav bûye nîşan didin, di nav tirsa xerabûna dijminatiyên malbatî û xwînî de, her wiha nebûna roleke bibandor a rayedarên peywendîdar.

(ac)

ANHA