Zehmetiyên koçberên di kampên bêserûber de zêdetir dibin

Koçbera bi navê Dehiya El Hemûd a 60 salî konê xwe pîne dike da ku bandora tavê kêm bike. Lê diyar dike ku dirûtin û pînekirin jî ji zehmetiyên wan re nabin çareserî.

Zehmetiyên koçberên di kampên bêserûber de zêdetir dibin
Zehmetiyên koçberên di kampên bêserûber de zêdetir dibin
Zehmetiyên koçberên di kampên bêserûber de zêdetir dibin
21 hezîran, 2025   06:25
REQA
EHMED SEMHAN

Koçberên li kampên bêserûber ên li kantona Reqayayê di konên riziyayî de dimînin ku piraniya wan ji caw an naylonan hatine çêkirin. Konên wan demeke dirêj nehatine nûkirin, loma jî bi hatina havînê re zor û zehmetiyan wan zêdetir dibin.

Jina bi navê Dehiya El Hemûd (65) ji ber şerê di navbera rejîma berê û çeteyên DAIŞ’ê de, ev 8 sal e bajarê xwe Medan ê li başûrê kantona Reqayê terikandiye û bi hevjînê xwe re di kampa Sehila El Benat a li bakurê rojhilatê Reqayê de dimîne.

Dehiya diyar kir ku çend roj e ew jî mîna piraniya niştecihên kampê konê xwe sererast dike û got: "Germahiya tavê derbasî konê dibe û bandorê li tenduristiya niştecihan bi taybetî li zarokan û kesên bi teman dike. Ji ber vê yekî jî sererastkirina konan jî bê fêde ye."

Mîna kampên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hezaran koçber lê dimînin, desteka rêxistinên mirovî ji bo kampa Sehil El Benat kêm bûye. Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên sînordar alîkariya koçberan dike.

Jina bi navê Rabîa El Remedan (60) ji gundewarên başûrê Helebê ye, ji ber şerê di dema rejîma berê de rû dabû koçber bûye. Rabîa ku 9 sal e li kampa Sehlet El Benat dimîne, konê riziyayî didirû û dibêje: "Êdî navê vê ne kon e, ji ber ku êdî hêdî hêdî dibe cawekî riziyayî ku me ji germahiya havînê û ne jî sermaya zivistanê naparêze. Germahiya tavê li konan dide, ne zarok, ne kal û pîr û ne jî ciwan nikarin vê germahiyê tehemul bikin."

Koçberên kampê diyar kir ku ji ber bilindbûna pileya germê nexweşiyên wekî îltîhabên madeyê, zuhabûna madeyê li cem zarokan, bilindbûna tansiyonê û bilindbûna şekir û xeriqîn li cem kesên temenmezin çêdibin.

Mûsa El Elî (60) ji bajarê Medan koçberî kampa Sehlet El Benat bûye jî diyar kir ku ji ber bilindbûna pileyên germahiyê rewşa kampê pir xirab e û kon jî rizyayî ne û got: "Tirsa herî mezin a niştecihên kampa Sehleta El Benat û kampên din havîn e. Havîn hîna di destpêkê xwe de ye. Tîrmeh, Tebax û Îlon mehên pir germ in ku pileya germahiyê ji sedî 60 derbas dike."

Li kampa Sehlet El Benat derdora hezar û 300 kes hene, piraniya wan ji gundewarên Reqa, Dêrazor, Heleb, Hema û Humisê ne di navbera 2017-2018’an de anku dema şerê di navbera rejîma berê û çeteyên DAIŞ’ê de koçber kirin.

XIZMETÊN KU RÊVEBERIYA XWESER PÊŞKÊŞ DIKE

Berpirsê Nivîsgeha Kar û Barên Kampan a Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Kantona Reqayê Ehmed El Ehmed diyar kir ku 44 kampên bêserûber li kantonê hene, 9 hezar û 141 malbat anku 58 hezar kes lê dimînin.

El Ehmed têkildarî alîkariyên ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî koçberên li kampên bêserûber dike, diyar kir ku Rêveberiya Xweser rojane nan li kampan belav dike, bi hemahengiya li gel Nivîsgeha Rêxistinan li kantonê xizmet û alîkariyên dîtir pêşkêş dike, her wiha ji bo belavkirina mazotê ya ji bo germkirinê jî bi Gerînendetiya Sotemeniyê re plansaziyê dike.

Ehmed El Ehmed da zanîn ku rêxistinên derve bi hemahengiya li gel Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê kartên bi nirxê 120 dolar pêşkêşî niştecihên 14 kampan dikin, di heman demê de perwerdeya pîşeyî (projeyên piçûk) li hin kampan pêşkêş dike, ava vexwarinê belav dike û hin çalakiyan ji bo zarokan organîze dike.

El Ehmed îşaret bi vê yekê kir ku Nivîsgeha Kar û Barên Kampan ji bo belavkirina nan, mazot û xizmetên ku rêxistinên sivîl dikin, kart pêşkêşî koçberan kirine. Ji bo hêsankirina belavkirina xizmetan jî kampên biçûk tev li kampên mezin kirine.

Her wiha Ehmed El Ehmed banga pêkanîna peymana der barê vegera ewle ya koçberan de kir.

(bb)

ANHA