Bafil Talebanî: Barzanî Êzidî û xaka Kurdistanê firotine

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di mîtînga partiya xwe ya hilbijartinê ya Duhokê de bertek nîşanî Barzanî da û got; “Barzanî xelkê Êzidî firot û roj bi roj xaka Kurdistanê jî difiroşe. Hey bêşermên bêşerm ma ev e Kurdperweriya we?”

Bafil Talebanî: Barzanî Êzidî û xaka Kurdistanê firotine
14 cotmeh, 2024   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî îro di mîtînga bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya partiya xwe YNK’ê ya li Duhokê de gelek peyamên girîng dan.

 Talebanî wiha got; “Barzanî behsa yekrêzî û yekitiya Kurd û Kurdistanê dikin. Bi Xwedê ya ku ew nizanin yekrêziya Kurdistanê ye. We herî dawî kengî behsa her çar parçeyên Kurdistanê kiriye. We çi ji xelkê me yê Êzidî kir, we ew firotin. Êzidiyan ji wan re gotin ‘hûn me naparêzin û direvin, qet nebe çekên xwe bidin me’ lê çek jî nedan Êzidiyan. Ev e yekrêziya Kurdistanê hey bêşermên bêşerm. 400 gundên me ji ber alîkarî û hevkariya we ya bi dagirkeriyê re hatine valakirin. Her wisa roj bi roj xaka Kurdistana me tê dagirkirin û firotine dagirkeran. Ev e Kurdayetiya we?”

Her wiha Bafil Talebanî got ; “Ez beriya çend salan li gel Mesûd Barzanî bûm. Min jê re got ‘Kak Mesûd daxwazeke min a taybet heye, li gel hevrêyê min Mezlûm Ebdî bicive.’ Lê razî nebû. Armanca min ji vê daxwazê ew bû ku felaketa ku rûdaye, pêk neyê. Min dîsa ji wî re got ‘were em li gel Biraderên Rojava, Çiya (Qendîl) û Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê pêk bînin. Lê nekarîn vê jî bikin. Tişta niha diqewime encama vê nêzîkatiya wan e ku şêwirmendên wan kurtbînin ku ew ditirsin.”

Di dawiya axaftina xwe de got; “Bi piştgiriya we û dengê hemû xelkê Behdînanê em ê wan hemûyan bişînin malê. Behsa azadiyê dikin, lê tu kesek ji wan newêre li ser vê yekê baxive. Heta dikarim bêjim melayên wan jî di gotarên xwe yên xutbeyê de newêrin bi azadane baxivin. Lewra dengê xwe bidin me ku em bikaribin ji wan re bêjîn bes e, rawestin! Tenê YNK dikare vê zext, zordarî û sîtemê li Behdînanê bi dawî bike. Wan fêr bikin û jê re bêjin a ku hûn dikin şaş e. Em li Silêmaniyê dijayetiya tu partiyan nakin. Dîwarê mektebên siyasî hatine bezandin lê min ji wan re nobedar danîne.”