Ji bo mitîngên 15’ê Sibatê yên li 4 navendan banga tevlîbûnê

Di çarçoveya amadekariyên mitîngên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ku dê roja 15’ê Sibatê li Qamişlo, Girkê Legê, Dêrikê û Hesekê werin lidarxistin de, înîsiyatîfan bi daxuyaniyek hevpar banga tevlîbûnê kirin.

Ji bo mitîngên 15’ê Sibatê yên li 4 navendan banga tevlîbûnê
13 sibat, 2025   13:53
QAMİSLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Suriyeyê û Înîsiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi armanca banga tevlîbûna mitîngên ku dê roja 15’ê Sibatê bi minasebeta salvegera 26’an a komploya 15’ê Sibatê li Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê û Hesekê werin lidarxistin, daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat dayîn û ji bilî endamên înîsiyatîfan, rêveber û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, rêveberên desteyên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, endamên Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,, Meclisa Civakî ya Ermenan, rûspiyên Ereb û Kurd, Kongra Îslama Demokratîk jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Endamê Înîsyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed ve, ya bi zimanê Kurdî jî, ji aliyê Endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Umer ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em dibin şahidê 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye. Di sala 26’an a komploya navnetewî de em ketine qonaxeke hesas a ku herêma me tê de ye û bi guhertinên herêmî yên girîng ve girêdayî ye.

Doza Rêber Abdullah Ocalan ne tenê dozeke kesekî ye. Komploya li dijî Reber Abdulah Ocalan, komploya herî hovane ya navneteweyî ye. Ev doza ku em weke doza sedsalê binav dikin, doza tevahiya gelan û gelê Kurd e; doza azadî, rûmet, nasname, edalet û wekheviyê ye.

Em careke din bibîr dixin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir, felsefe û nêrîna xwe ya kûr, ne tenê ji bo doza Kurd, ji bo hemû doz û pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn kilîta çareseriyê ye.

Pêwîste komploger baş zanibin ku roja 15’ê Sibatê ku dixwestin bibe rojeke reş û kirin roja qirkirina gelê Kurd, wê bi îrade û têkoşîna me veguhere roja azadî û rûmetê.

Em diyar dikin ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji bilî berdewamiya polîtîkayên qirkirina gele Kurd tistek din nîn e.  Pêwîste em hemû pekhate li hemberî van polîtîkayên bêhiqûqî li berxwe bidin û bi hemû derfetên xwe destekê bidin berxwedana Îmraliyê.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye kirin û bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertiyê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me, wê roja şemiyê (15 Şubat) saet di 12.00’an de li pêşiya Stadyûma Şehîdan 12’ê Adarê mitîng were li darxistin. Her wiha dê li Girkê Legê û Dêrikê jî mitîng werin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de em bang li bi hemû pêkhate û komên cuda yên weke rewşenbîr, rusipî, nivîskar, sêx, mele, parêzer, endezyar, karker, mamoste, ciwan, jin  û hemû meclis, dezgeh û desteyên rêveberiya xweser dikin ku derkevin qadan û bi xurtî beşdarî mitîngan bibin.”

(sb/a)

ANHA