Li gelek navendan çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

13 sibat, 2025   14:30
HESEKÊ

Bi boneya nêzîkbna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Jinan a PYD’ê li Hesekê, Şedadê, Hol û Til Birakê daxuyanî dan.

Daxuyaniya li bajarê Hesek bi beşdariya bi dehan endamên rêxistinên jinan hate dayîn û ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Huda Mihemed ve hat xwendin. Li Şedadê jî jî daxuyanî bi amadebûna endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate dayîn. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa bajarê ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê ya Şedadê Delal Zekeriya ve hat xwendin.

Li Holê jî daxuyaniya li pêşiya avahiya PYD’ê ji aliyê rêvebera Komîteya Sotemeniyê Hîba El Hewas ve hat xwendin. Daxuyaniya li Til Birakê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî li ber avahiya PYD’ê ji aliyê endama PYD’ê Henîn Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyande hate diyarkirin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewama komployên li dijî gelên azadîxwaz ye.

Di daxuaniyê de hate gotin, komploya ku beriya 26 salan dest pê kir heya roja îro dewam dike û wiha hat domandin "Girtîgeha Îmraliyê kirin cihekî tecrîdkirinê, lê Rêbertî girtîgeh veguherand navenda berxwedan û fikrên demokratîk û bi projeya neteweya demokratîk çareserî ji pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn re pêşkêş kiriye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Hate zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kilîta pêkanîna edalet, demokrasî û aştiyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate kirin ku dawî li tecrîdê bînin û qanûnên navneteweyî yên mîsogerkirina mafên girtiyên siyasî bi cih bînin.

Bi heman çarçoveyê de, Kongreya Star civîneke girseyî li bajarê Holê li dar xist. Bi dehan şêniyên bajar, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama Kongra Star Hîna El Ehmed axivî û qala jiyana Rêber Abdullah Ocalan û hurguliyên komploya navneteweyî ya li dijî wî kirin.

Hîba El Ehmed bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û got, pergal beşek ji siyaseta sîstematîk e ku armanc dike li ber belavbûna ramanên wî bigirin.

Di dawiya civînê de belgefîlmeke li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, pêvajoyên têkoşîna wî, felsefeya wî û bandora ramanên wî li ser tevgera siyasî û civakî hat temaşekirin.

PYD’ê di heman çarçoveyê de civîneke girseyî li bajarê Til Birakê li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl, leşker û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Di civînê de sînevîzyonek der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hat pêşandan. Piştre endama PYD’ê Mizgîn Botan beşk ji nirxandinên Rêber Abdullan Ocalan ên li ser komployê xwend.

Mizgîn Botan banga hevgirtinê li gel kir û got: "Em 15’ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.

Meclisa Bajarê Hesekê jî der barê komploya navneteweyî belavok li şêniyan hatin belavkirin. Di belavokan de bangên beşdariya mîtînga girêseyî hat kirin ku dê 15’ê Sibatê li Qada Azadî ya li Hesekê were lidarxistin.

(bb)

ANHA

hesekê

til birak

şedadê

hol