Balafirên şer carek din Binarê Qendîlê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Bêpalanî yê li Binarê Qendîlê bombebaran kir. Hevşaredarê Binarê Qendîlê ragihand ku hîna balafirên şer û bê mirov li asîmanê herêmê digerin.

Balafirên şer carek din Binarê Qendîlê bombebaran kir
13 sibat, 2025   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, beriya demek kurt artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bê mirov sînorê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm ji Rojnews’ê re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundê Bêpalanî yê li sînorê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Dilşad Îbrahîm destnîşan kir ku hîna balafirên şer û balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digerin.

Hêjayî gotinêye ku duh jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer rêzeçiyayê Binarê Qendîlê bombebarankiribû.