Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin

Şêniyên Qamişloyê ji malbata şervanê QSD’ê Dijwar Qidurbeg (Mihemed Osê) sersaxî xwest.

Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin
Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin
Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin
Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin
Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin
Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin
Ji bo malbata şehîd Dijwar Qidurbeg sersaxî hat xwestin
29 adar, 2025   15:26
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Dijwar Qidurbeg (Mihemed Osê) ku 24’ê Adarê li Dêr Hafirê şehîd bûbû, konê sersaxiyê hat danîn.

Konê sersaxiyê li ber mala malbata şehîd Dijwar Qidurbeg a li taxa Qidurbeg a Qamişloyê hatiye vedan.

Bi dehan şêniyên Qamişloyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî konê sersaxiyê bûn û sersaxî da malbata şehîd Dijwar Qidurbeg.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen di bin konê sersaxiyê de axivî û sersaxî da malbata şehîd. Mihyedîn Hesen diyar kir ku ew çi qas behsa şehîdan bikin jî mafê wan dikarin bidin û deyndarê wan şehîdan in.

Mihyedîn Hesen bal kişand ser berxwedana li Tişrînê û di dawiya axaftina xwe de got: “Me berdêlên herî giranbiha dan ji bo welatek azad û birûmet.”

Ji fermadarên QSD’ê Nezîr Sofî jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Nezîr Sofî da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan dixwaze dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfirehtir bike, lê şervan li hember vê dagirkeriyê disekinin û welatê xwe diparêzin.

Merasîm bi sloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(re)

ANHA