Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li Kobanê û Tirbespiyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîrozbahî hatin lidarxistin.

Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li 2 bajaran 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
29 adar, 2025   15:33
QAMIŞLO

Bi boneya nêzîkbûna vejna Remezanê û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ya kantona Cizîrê li Navenda Şehîd Yekta Herekol a Çand û Hunerê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Xerma Elî axivî û keda şehîdan a parastina destkeftiyên şoreşê, rizgarkirina herêmê ji terorê, parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û belavkirina aştî û aramiyê vegot.

Koma Şehîd Bawer a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil û Koma Şehîd Dilgeş stran pêşkêş kirin. Her wiha pêşbirk ji zarokan re hat lidarxistin û zarokên serkeftî hatin xelatkirin.

Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

KOBANÊ

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Şahî bi amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan pêk hat.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rodîn Mihemed 4’ê Nîsanê li malbatên şehîdan û gel pîroz kir û got: "Em ê her tim fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin."

Piştre Koma Hîlala Zêrîn stran û şano pêşkêş kirin. Di dawiyê de diyarî li zarokan hatin belav kirin.

(bb)

ANHA