Ji bo hişyariya li hemberî madeyên hişbirê daxuyanî hat dayîn

Kongra Star û şêniyên taxa Qudurbegê ya bajarê Qamişloyê ji bo balê bikişînin ser xetereya bikaranîna madeyên hişbirê daxuyaniyek da û gotin: “Madeyên hişbir civakê dixe xeterêyê. Em dipirsin kî van madeyan tîne, kî difroşe? Bila rayedar vê zincîrê bişkînin.”

Ji bo hişyariya li hemberî madeyên hişbirê daxuyanî hat dayîn
29 cotmeh, 2026   16:23
QAMIŞLO

28’ê Cotmehê (2026) li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanekê di bin bandora madeyên hişbir de 3 kes ji malbata xwe kuştin û kesek jî birîndar kir. Piştî demekê xwe jî kuşt. 

Vê bûyerê di nava gel de careke din xetereya bikaranîna madeyên hişbir xiste rojevê.

Li ser bûyerê Kongra Star li taxa Qudurbeg li pêşberî Komîna Şehîd Şiyar daxuyaniyek da. Endamên Kongra Star û şêniyên taxê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Jinên ku beşdarî daxuyaniyê bûn pankartên ku li ser “Madde ne kêf e, gora malbatan e”, “Carek vexwarin, hezar sal poşmanî”, “Maddeyê hişbir, malbatek wêran” hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Sîwan Elî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Mirovekî di bin bandora madeyên hişbir de malbata kir qurban. Ev ne tenê cinayetek e, re encama jehra ku dikeve nava civaka me de ye.

Em weke civak dipirsin, re ji ku tê, kî tîne û kê difroşe zarokên me. Ev madeyên hişbir mirov, ji mirovahiyê derdixe. Civakê dixe xeterêyê. Îro malbateki sibe kolanek û dusibe bajarek. Ev ne kêf e, ev mirin e. Dawiya wê xwîn, hêsir û girtîgeh e.

Malbat bila zarokên xwe bişopînin, bi wan re biaxivin, bêdeng nemînin û agahdar bin. Divê rayedar vê zincîra firotina hişbirê bişkînin, berpirsyar bên cezakirin.

Malbata me ya hatî qetilkirin bibe ders. Bila xwîna wan ji bo civakê bibe hişyarî.”

(bî)

ANHA