Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin

Di komxebata têkildarî diyardeya avêtina guleyan a ketober de hat destnîşankirin ku divê berdana guleyan a ketober di boneyan de bê rawestandin, her wiha divê şîretkarî bê kirin û destek ji bo birîndar û malbatên wan bê pêşkêşkirin.

Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
Têkildarî avêtina guleyan a ketober komxebatek hate lidarxistin
29 cotmeh, 2026   16:15
HESEKÊ

Saziya Xizmetguzariya Civakî û Pêşxistina Jinan bi hevkariya Nexweşxaneya El Xabûr a Tibî têkildarî berdana guleyên ketober komxebatek li dar xist, ev komxebat dawiya kampanyaya wan a ku di 25`ê Cotmehê de ji bo pêşxistina hişmendiya civakî der barê xetereya berdana guleyên ketober û parastina sivîlan hat lidarxistin.

Komxebat li navenda saziyê ya li Kolana El Ferdos a li bajarê Hesekê, bi amadebûna endamên saziyên civakî û meclisan pêk hat. Di komxebatê de 7 xalên têkildarî rola saziyê û warên olî qanûnî, tibî, ewlekarî û eşîrî hatin nîqaşkirin.

Komxebat ji hêla endama Rêveberiya Saziya Xizmetguzariya Civakî û Pêşxistina Jinan Nûra Umer, endama Rêveberiya Gerînendetiya Weqfeya Olî Xilûd Xidir, parêzer Ferîha Umer, endama Rêveberiya Nexweşxaneya El Xabûr Meha Hico, endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Ehmed û şêwirmendê Êla El Cibûr Ekrem Mehşûş ve pêk hat.

Nûra Umer da zanîn ku berdana guleyên ketober li dawet û boneyan xetereyê li ser jiyana sivîlan çêdike, ew dihêle kêliya kêfxweşiyê bibe xemgînî û bandoreke nebaş li ser hemû malbatê bike.

XALA OLÎ

Di xala olî de Xilûd Xidir behsa dûrketina ji zirardayîna xelkê û parastina rihê mirovan kir, diyar kir ku parastina mirovan û milkên wan berpirsyariya hemûyane, divê hemû kes ewlehî, rehmê û efûkirinê belav bikin, parastina rûmeta mirovan, xwîn û pereyên wan yek ji prensîbên îslamê ne, divê hemû kes dûrî zirardayîn û êrişa li ser ê li hemberî xwe bikeve.

XALA QANÛNÎ

Parêzer Ferîha Umer bal kişand ser xala qanûnî û da zanîn ku berdana guleyan a ketober gefê li ewlehiya welatiyan û istiqrara civakê dixwe, di qanûna sûcan a Sûriyeyê de qedexe ye ku li cihê şênî lê hebin gule werin berdan, ev yek di madeya 738 a qanûna sûcên giştî de heye.

Li gorî madeya 728 a qanûnan kesê ku guleyan ketober berdide 10 hezar lîreyên Sûriyeyê jê tê girtin, çek û guleyên bi kes re tên desteserkirin, heke kesek zirarê bibîne kesê gule berdaye wê bê girtin.

XALA TIBÎ

Di xala tibî de endama Rêveberiya Nexweşxaneya El Xabûr Meha Hico axivî û behsa bandora bedenî û derûnî ya birîndarên ketober kir, destnîşan kir ku ev rewş bandoreke giran li şênî û karmendên tibî dike, ji bo vê yekê divê xeteriya avêtina guleyên ketober ji bo xelkê bê gotin, birîndarên bi guleyên ketober jiyana xwe ji dest didin an astengdar dimînin.

XALA EWLEHÎ Û EŞÎRÎ

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Ehmed da zanîn ku girîng e ku hişmendiya civakî ji bo rêgirtina ber berdana guleyan a ketober bê pêşxistin, parastina sivîlan, pêşxistina ewlehî û îstiqrarê erkeke sereke ya hêzên ewlekariyê ye.

Ehmed ev diyarde bi belavbûna madeyên hişbir û bikaranîna çekan ve girê da, bang li pêkanîna berpirsyariya hevbeş a li hemberî vê diyardeyê û sedemên wê kir.

Şêwirmendê Êla El Cibûr Ekrem Mehşûş jî di xala eşîran de axivî û destnîşan kir ku jin barê herî giran ji vê diyardeyê digire, bi taybet dema yek ji zarokên wê yan jî hevjînê wê birîndar dibe, divê berpirsyartiya li hemberî civakê û dûrketina ji van kiryaran bê pêşxistin.

Komxebat bi pêşandana dîmenekî kesekî ku bandor ji diyardeyê dîtiye û birîndar bûye hat domandin, piştre beşdaran dest bi nîqaşan kir.

Encamname bi vî awayî ye:

“Divê hişmendî bê pêşxistin, hesab were xwestin û destekdayîn ji bo birîndaran bê pêşkêşkirin.

Divê berdana guleyan di hemû boneyan de were qedexekirin û metirsiyên vê diyardeyê werin gotin.

Divê rola rûspî û malbatan a pêşxistina hişmendiyê were geşkirin, hevkariya di navbera saziyan û vê diyardeyê de were berfirehkirin.

Divê rola xîtaba olî were aktîfkirin, semîner û panel ji bo şîretkariya di aliyê olî û civakî ya parastina şêniyan de werin organîzekirin.

Dosyayên birîndaran û hesabxwestinê bê şopandin, divê ew lêçûna dermankirinê bê dayîn.

Divê destekdayîna tibî, hemşîretî û derûnî ya birîndar û malbatên wan pêk were, divê piştgiriya madî ji bo malbatên ku nikarin birîndarên xwe derman bikin, pêşkêş bikin.

Divê her kes li gorî qanûnan û rêkarên pêwîst tev bigere.”

(sb)

ANHA