Ji bo gerîlayê HPG`ê Ebas Baran merasîma xiyabî hat lidarxistin

Di merasîma xiyabî ya ji bo gerîlayê HPG`ê şehîd Ebas Baran de, şêniyên Dirbêsiyê destnîşan kir ku berxwedana dîrokî ya gerîla bûye sedem ku dengê Kurdan bigihêje hemû cîhanê. Şêniyan soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da.

28 gulan, 2025   13:46
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, ji bo şervanê Hêzên Parstina  Gel (HPG) Yasîn Elî (Ebas Baran) ku di 6’ê Çileya 2025`an de li Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li dar xist. Merasîma bîranînê li ber mala malbatê ya li bajêr hate lidarxistin.

Bi sedan şênî û endamên sazî, meclis û komînan beşdarî merasîmê bûn.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Hewlêr Kobanê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Her wiha got: "Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û fedakariya şehîdan gelê me bi armanca bidestxistina jiyana azad têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî, bêedaletî û îxanetê didomîne.”

Her wiha got: "Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em ê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin û heta serketinê em ê rêya wan a têkoşînê bişopînin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê diyar kir ku bi hezaran ciwan û jin ji bo jinavbirina neheqiya li ser gelê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û destanên lehengiyê nivîsandin.

Li ser navê malbata şehîd Ebas Baran apê şehîd Xalid Elî axivî û diyar kir ku hêzên gerîla ji bo mafên gelê Kurd tê dikoşin, nûnertiya mirovahiyê û edaletê dikin û got: "Em ê li ser şopa şehîdan tê bikoşin, heta ku em civakeke azad, demokratîk ava bikin."

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(k)