Merasîma xiyabî ji bo şehîd Baran Çiya hat lidarxistin

Li Kobanê ji bo şervanê HPG’ê şehîd Baran Çiya merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Merasîma xiyabî ji bo şehîd Baran Çiya hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Baran Çiya hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Baran Çiya hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Baran Çiya hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Baran Çiya hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Baran Çiya hat lidarxistin
28 gulan, 2025   14:11
KOBANÊ

Ji bo şervanê HPG’ê şehîd Baran Çiya (Alan Alî) ku di 25’ê Gulanê de li Zapê şehîd bûbû, îro ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ve merasîma xiyabî li gundê Mewjikê yê Kobanê hat lidarxistin.

Girseya gel bi dirûşman berê xwe da konê sersaxiyê. Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî a Kobanê Îsmaîl Îsmaîl axivî û got: “Baran fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girt û vê jî ew gihand serkeftinê. Îro jî hevalên Baran li çiyayên azad berxwedaneke bêhempa dikin.”

Piştî axaftinê belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

)mm)

ANHA