Desteya Enerjiyê sedemên qutbûna kehrebeyê aşkera kirin

Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê sedemên qutbûna kehrebeyê li ser kantona Cizîrê û hewldanên ji bo vegerandina wê aşkera kirin.

Desteya Enerjiyê sedemên qutbûna kehrebeyê aşkera kirin
21 kanûn, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê Ahîn Siwêd ji nivîsgeha ragihandinê ya kantonê re axivî û sedemên qutbûna kehrebeyê li seranserî kantonê ji 19`ê mehê ve, aşkera kirin.

Ahîn diyar kir ku xeta sereke li çerxerêya gundê Sewda û El Ebid a li rojavayê bajarê Hesekê qut bûye.

Ahîn wiha domand: "Beşa jorîn a birceke kehrebeyê hilweşiyaye. Ji ber wê xebatên sererastkirinê jî dereng man. Rewşa hewayê jî bandor li vê xebatê kir û di encamê de pirsgirêk mezintir bû."

Ahîn di dawiyê de wiha axivî: "Tîmên desteyê xebatên xwe ji bo sererastkirinê didomînin. Kehrebe dê piştî çend saetan dîsa bê dayîn."

(şx/k)

ANHA