`Êriş vîna me naşikînin, em ê projeya xwe ya neteweya demokratîk bidomînin`
Şêniyên Helebê got “vîna me ji planên dagirkeran û xayînan xurttir e” û dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê berdewam in. Şêniyên bajarê Helebê ev êriş şermezar kirin û got planên dagirkeran û xayînan vîna wan naşikînin û dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Ferîde Mistefa got ew ji êrişên dagirkeran natirsin û derketina wan li qadan li seranserî herêman nîşana vê hekê.
Ferîdeyê destnîşan kir ku vîna xurt a gelê herêmê hişt ku parlementer Omer Ocalan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ferîde bang li gel kir ku ji bo şikandin û têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn, li ber xwe bidin.
Her wiha Ferîdeyê xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Nêçîrvan Barzanî yê ku vê dawiyê bi Erdogan re civiya, şermezar kir.
Mihemed Îbiş jî got: "Êrişên li dijî şêniyan ji Til Rifetê heta Dêrikê, Şengalê û Silêmaniyê nayên qebûlkirin. Dewleta Tirk bi armanca qirkirinê êriş dike."
Îbiş destnîşan kir ku Tirkiyê bi van êrişan dixwaze aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve û komkujiyên dîtir li ber çav û guhê cîhanê li dijî gel pêk bîne.
Her wiha Selam Îbrahîm jî anî ziman ku dema wan bihîst dewleta Tirk a dagirker êriş dike û komkujiyên li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, yekser daketin qadan.
Selam wiha domand: "Projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin li dar in. Vîna gelan naşike. Madem xwîn di damarên me de diherike em ê fikr û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan biparêze."
(şx/k)
ANHA